Serokê Navenda El Xelîc: Ji bo çareseriyeke dawîn a şerê Îranê biryarek tune ye

Serokê Navenda El Xelîc a Lêkolînên Îranê diyar kir ku Îran ji bo berfirehkirina vebijêrk û kanalên xwe yên dan û standinê dixebite û destnîşan kir ku gelek astengî hene ku dê pêşketin an têkçûna dan û standinan diyar bikin, di heman demê de rêveberiya Trump ber bi çareseriyeke dawîn ve naçe.

Serokê Navenda El Xelîc: Ji bo çareseriyeke dawîn a şerê Îranê biryarek tune ye
28 nîsan, 2026   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Di demekê de ku behsa pêşniyareke nû ya Îranê ji bo rêveberiya serokê DYA`yê Donald Trump tê kirin û çav li hevdîtineke di navbera wezîrê karên derve yê Îranê Ebbas Eraqçî û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ye, nakokiya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de zêde dibe. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama pevçûnên berdewam ên li başûrê Lubnanê de di nav leşkerên wê de windahî hene.

Gera Eraqçî ya li Rûsyayê rawestgeha dawîn a gera dîplomatîk bû ku Pakistan û Uman jî tê de bûn. Li aliyekî din, malpera Axios ragihand ku Îranê bi rêya navbeynkarên pakistanî, pêşniyareke nû pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) kir da ku Tengava Hurmuzê ji nû ve were vekirin û şer bi dawî bibe û dan û standinên nukleerî ji bo demekê werin paşxistin.

Krîza dan û standinên di navbera DYA û Îranê de di dawiya hefteyê de xirabtir bû piştî ku serdana wezîrê karên derve yê Îranê Ebbas Eraqçî ya Pakistanê bêyî pêşveçûnekê bi dawî bû.

‘ÎRAN JI BO BERFIREHKIRINA VEBIJÊRKÊN XWE DIXEBITE’

Serokê Navenda El Xelîc ya Lêkolînên Îranê Şerîf Ebdilhemîd ji ajansa me re got: “Pêvajo nesekiniye, lê negihaştiye encamê jî. Ger em li dîplomasiya serbazî ya wezîrê karên derve yê Îranê ya di navbera Riyad, Musqat, Îslamabadê û Moskovê de binêrin, em dibînin ku ew qonaxeke berî dawiyê nîşan dide. Îran dixebite ku vebijêrkên xwe berfireh bike û gelek kanalan veke da ku zextê kêm bike, ne ku ji holê rake.”

Ebdilhemîd got: "Îran di bin zexta leşkerî û siyasî de ye, lê DYA di bin zexta destûrî û ya demê de ye. Vê yekê ku her du alî neçar kirine ku di bin zextê de dan û standinan bikin. Lê her yek xwe dispêre qelsiya ya din. Rewşa heyî ya pêvajoyê dikare wiha were kurtkirin: ew hîn neketiye qonaxa çareseriya dawîn. Nîşaneyên peymanek bêkêmasî an tawîzên biryardar tune ne, û ne jî ji qonaxa gurbûna leşkerî derbas bûye."

‘GELEK FAKTOR PÊŞKETIN AN TÊKÇÛNA DAN Û STANDINAN DIYAR DIKIN’

Têkildarî faktorên bandorê li dan û standinan dikin, Ebilhemîd got: “Tehran hewl dide dan û standinan dirêj bike. Biryarderên DYA`yê bi sînorkirinên demê yên sazûmanî re rû bi rû dimînin, bi taybetî yên girêdayî zagona şer a sala 1973`yan ku li gorî wê qanûnê derfetên serok ji bo berdewamkirina operasyonan bêyî destûr sînordar kêm e. Her ku ev dem nêzîktir bibe, îhtîmala çareseriyekê mezintir dibe, an berevajî vê, heke çareseriyek bilez neyê dîtin, asta gurbûna aloziyê bilindtir dibe."

Ebdilhemîd diyar kir ku "faktora diyarker li vir ne naveroka peymanê ye, lê belê çawa ew ji hêla siyasî ve tê pêşkêş kirin e. DYA hewceyî destkeftiyek e ku dikare li hundur wekî serkeftinek stratejîk were bazar kirin, di heman demê de Tehran hewce ye ku dîmena paşvekişandin an şermê dûr bixe. Ji ber vê yekê, her alî li formulek digere ku bêje ew serkeftî ye, û di encamê de, şansê têkçûnê zêde dibe."

‘RÊVEBERIYA TRUMP BER BI ÇARESERIYEKE DAWÎN VE NAÇE’

Der barê kiryarên rêveberiya Trump de, Ebdilhemîd got: “Reftarên wê ne meyla zelal a ber bi çareseriyeke dawî ve nîşan didin, ne jî biryareke ji bo gurkirina aloziyê nîşan didin. Berevajî vê, ew krîzeke di navbera şer û danûstandinê de eşkere dike. Daxuyaniya serkeftina tevahî ya Trump, digel têkçûna bidawîkirina şer û ferzkirina rewşên wekî vekirina Tengava Hurmuzê, û gefa bombebaranê ya berdewam, ev hemû nakokî ne û ne tesadufî in. Ew delîl e ku rêveberiya DYA`yê hewl dide destkeftiyeke siyasî bi dest bixe, bêyî ku serkeftineke leşkerî ya rastîn hebe.”

Li gorî Ebdilhemîd, daneyên hatine belavkirin "nebûna rêkeftineke temam an çarçoveyeke çareseriyê ya guncaw nîşan didin. Ji ber vê yekê, li gorî vê mantiqê, fikra çareseriyeke demkurt ne mimkûn e. Îran li ser derengxistina demê dixebite, lê DYA`yê li ser şikandina Îranê ya zû dixebite. Rêveberiya Trump ne ber bi çareseriyeke dawîn ve diçe, ne jî ji bo şerekî tevahî amadekariyê dike. Berevajî vê, ew qonaxek ji nû ve şekildana pevçûnê li ser bingeha avakirina çîrokeke serkeftinê bi rê ve dibe.”

‘LI ÎRANÊ NE PARÇEBÛN LÊ VALAHÎ HEYE’

Der barê bandora şer li ser rejîma Îranê û derketina nakokiyan di navbera aliyên wê de, Ebdilhemîd got: "Tiştê ku li ser 'parçebûneke di nava rejîma Îranê de' tê gotin, diyardeyeke rastîn e, lê ne temam e. Ew wiha xuya dike, lê nayê wateya ku avahiya rejîmê hilweşiyaye. Hin nîşan hene ku valahiyek di navbera rêya dîplomatîk (Ebbas Eraqçî) û rêya leşkerî (Artêşa Pasdaran) û nepejirandina biryarên siyasî li ser erdê hene, wekî ku di mijara Tengava Hurmuzê de qewimî, her wiha rêberê bilind ne li wir e û roleke wî tune ye."

Ebdilemîd diyar kir ku "parçebûna navxweyî ji Tehranê re rê dide ku dereng bixe, lê di heman demê de, ew rê li ber gihaştina çareseriyekê digire. Parçebûna di nav rejîma Îranê de di asta mekanîzmayên biryardanê de rastîn e, lê ew nayê wateya hilweşîna rejîmê.”

‘WEKÎL NE VEBIJÊRKEK TAKTÎK IN KU ÎRAN DIKARE DEV JI WAN BERDE’

Têkildarî îhtîmala ku Îran wekîlên xwe yên li herêmê terk bike, Ebdilhemîd wiha axivî: "Wekîl ne vebijêrkeke taktîkî in ku Îran dikare dev ji wan berde, berevajî vê, ew bingeha modela hêza Îranê ne. Îran li ser hevkêşeyeke ku ew bi kar tîne hate damezirandin, hevkêşe jî wiha ye, navendeke biryardanê li Tehranê ye û berfirehkirina bandorê bi rêya wekîlan li herêmê ye. Ji ber vê yekê, terikandina van wekîlan dê neyê wateya guhertina siyasetê, lê dê bibe windakirina amûrên ji bo bandora derveyî û pişta wê li hember dijberan bimîne vekirî, her wiha tê wateya ku pevçûnê ji 'şerekî ji dûr ve' veguhere pevçûneke rasterast. Ji ber vê yekê, terikandina wekîlan pir ne mimkûn e, ji ber ku ew tê wateya terikandina felsefeya bandorê bi xwe.”

Şerîf Ebdilemîd ê ji Misirê serokê Navenda El Xelîc a Lêkolînên Îranê ye ku bi lêkolînkirina polîtîkayên Îranê û bandorên wan ên herêmî û navneteweyî ve mijûl e.

(k)

ANHA