Nivîskar Şerîf El Meqt: Bê hemwelatîbûn, qanûn û destûreke adil demokratî pêk nayê

Nivîskar Şerîf El Meqt diyar kir ku di van şert û mercan de li Sûriyeyê zehmet e ku behsa demokrasiyê bikin û got desthilata heyî, parçebûyîna etîk û olî li pêşiya avakirina dewleteke demokratîk dibe asteng.

Nivîskar Şerîf El Meqt: Bê hemwelatîbûn, qanûn û destûreke adil demokratî pêk nayê
19 gulan, 2026   05:10
SIWÊDA

Nivîskar û çalakvanê siyasî Şerîf El Meqt ê ji Siwêdayê têkildarî parçebuyîna siyasî û civakî û derfetên sîstemeke demokratîk ji bo Sûriyeyê, ji ajansa me re axivî. 

Şerîf El Meqt destnîşan kir ku di van şert û mercan de zehmet e ku li Sûriyeyê behsa demokrasiyê bikin û got rewşa niha ya li welat ji bo demokrasiyê ne guncav e.

‘ASTENGÎ DI TEŞEYÊ DESTHILATDARIYÊ DE YE’

Ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê yên li pêşiya sîstema demokratîk dibin asteng, El Meqt got astengî di teşeyê desthilatdariyê de ye û diyar kir ku ev desthilatdarî bi zordariyê hate ser hukim, hêza siyasî û leşkerî di destê yek alî de ye, nêzîkatiyekî siyasî yê zelal û lêvegereke demokratîk ku dewletê birêvebibe, nîne. Her wiha El Meqt anî ziman ku rewşa mezhebî û olî ya heyî Sûriyeyê ji projeya demokrasiyê dûrdixînê û gelekî xeter e. Zimanê nefretê, parçebuyîna civakî ya zêde bû sedema ku parçebuyîn li Sûriyeyê kûr bibe û derfetê dewleteke hemû Sûriyeyiyan li hevdû kom bike, lewaz kir.

‘PÊDIVÎ BI HEVPEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ HEYE’

El Meqt qala hevpeymaneke civakî ya nû kir û got pêdiviya Sûriyeyê bi hevpeymanekî civakî yê nû heye. Di civakê de divê rewşenbîr, siyasetmedar, malbatên dîrokî û hemû pêkhateyên civakî li hevdû bikin. Ji bo hemû civak li ser modêla dewletê û mekanîzemya rêvebirina welat lihevdû bikin pêdivî bi hevpeymana civakî heye. Eger civakê li hevdû neke zehmete ku behsa demokrasiyê bikin.

El Meqt behsa tecrubeya Siwêdayê kir û got ji destpêka hilweşîna rejîma Baas parêzgeha Siwêda zimanê neteweyî û demokrasî bi kar anî. Gotina Sultan Paşa El Etreş "Ol yê xwedê ye û welat ji herkesî re ye" bi bîr anî û got ku hêzên olî yên tundrew ev yek qebûlnekirin û dibêjin `Welat û ol ji xwedê re ne` û xwe jî nûnerên xwedê yên li ser erdê dibînin. Teşeyê hikûmeta niha û mekanîzmeya danûstandina wê bi pêkhateyên dîtire wisa ye.

`DESTÛR BINGEHA AVAKIRINA DEWLETÊ YE`

Şerîf El meqt tekez kir ku dewlet bi destûreke adil û wekhev nêzî hemû hemwelatiyan bibe, tê avakirin û diyar kir ku li ser bingehê hemwelatiyê derfet bidin desthilatdariyê û dûrî siyaset, ol,malbat û etnîk mafên ferdan bidin. El Meqt diyar kir ku destûr bingehê rast ê avakirina dewletê ye û hilbijartinên azad mezinahiya siyasî û civakî ya hundirê welat diyar dike. Her wiha anî ziman ku heke yek rengê ol û siyasetê li ser civaka Sûriyeyê were ferzkirin, projeya demokratîkbûnê ne gengaze ku bi ser bikeve.

‘DEWLETEKE ADIL XEYALA HER KESÎ YE’

El Meqt diyar kir ku gelê Sûriyeyê xeyal dikir ku dewletekê li ser bingehê edalet, hemwelatî û destûrekî wekhev were avakirin û got di van şert û mercan de ku zimanê nefretê gelekî tê bikar anîn û parçebûyîn di civakê de heye bû sedem ku pêkhate bifikirin statoyên xwe yên taybet weke kantonan ava bikin. Ji ber ku li Sûriyeyê projeyekî neteweyî ku hemû Sûriyeyiyan di hundirê dewletê de lihevdû kom bike nîne.

Di dawiya axaftinên xwe de nivîskar û siyasetmedar Şerîf El Meqt ê ji bajarê Siwêda got ku gelek Sûriyeyî bê hêvî bûne, bi taybet piştî li hinek herêman komkujî pêk anîn lê belê hîna gelek Sûriyeyî xeyal dikin ku Sûriyeyê bibe yek dewlet û adil be.

(np)

ANHA