Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê ew serdana Îmraliyê bikin û got, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, qanûna dewletê nakeve meriyetê."

Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê
18 îlon, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bernameya Hevpeyvîn a NÛÇE TV re axivî. Bayik di hevpeyvînê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di kîjan astê de ye?

Qanûna ku li Meclîsa Tirkiyeyê hate derxistin li gorî daxwaza me nebû. Dewleta Tirk ev qanûn ne li gorî daxwazên me, lê bi giranî li gorî berjewendiyên xwe derxist. Armanca bingehîn a vê qanûnê bêçekkirina gerîla û belavkirina wan e. Di qanûnê de hin xal hatine nivîsandin; ev ji bo me gelekî girîng nîne. Ev qanûna wan e; qanûnên me jî hene. Ne qanûnên wan bi cih têne anîn, ne jî qanûnên me bi cih têne anîn. Di navber me û dewleta Tirk de li ser vê qanûnê têkoşînek heye.

Ji bo me ya girîng ew e ku Rêber Apo karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe û ji bo serxistina pêvajoyê şert û mercên pêwîst bêne afirandin. Di vê qanûnê de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd esas nîne. Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd li dora maseyê bê çareserkirin. Bahçelî jî hin daxuyanî da; ji aliyê fermîbûna meseleyê ve, ev yek girîng bû. Ji bo me jî girîng e. Eger pêşî li Rêber Apo bê vekirin û derfetên karkirinê jê re bêne dayin, dikare vê pêvajoyê bi ser bixîne.

Beriya ku qanûn bikeve rojeva Meclîsê nêrîna we hate wergirtin?

Rêber Apo bêyî me ti gavê neavêje, nêrîna me werdigire. Dibe ku em bi dewleta Tirk û Îmraliyê re hevdîtinên yekser nakin; lê belê em nêrînên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo dema ku dixwaze gavekê biavêje, biryar û nêrînên me werdigire. Bi rêya heyeta DEM Partiyê peyaman dişîne û werdigire. Rêber Apo biryara fesixkirina PKK'ê di encama hevdîtineke bi dewleta Tirk re neda; ev gav bi îradeya xwe avêt. Rêber Apo ji xwe, tevgera xwe û gelê xwe bawer dike. Ji bilî vê garantiyeke xwe nîne.

Gelo dewleta Tirk wê di mijara pirsgirêka Kurd de gavekê biavêje?

Dewlet berjewendiyên xwe esas digire, lê berjewendiyên me û gelê me jî hene. Qanûn bingehek e, li ser vê bingehê kar dikare bê kirin û hin encam dikare bê bidestxistin. Eger li Tirkiyeyê demokrasî bi pêş ve neçe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tevgera me û Rêber Apo vê qanûnê kêm dibîne. Em bi sebir, zanebûn û nêzîkatiyeke stratejîk gavê diavêjin. Li Rojhilata Navîn Kurd hêzek e. Hin hêz dixwazin vê hêzê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê em dixwazin vê hêzê bixin xizmeta gelê Kurd.

Di nava bûyerên li cîhanê diqewimin de gelo wê pirsgirêka Kurd çareser bibe?

Dema ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir, pirsgirêka Kurd kete rojevê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dem û zemîn ava bû. Ya ji niha û pê ve bi yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi yekîtiya Kurdan dibe.

Dewletê ji we xwest ku serdana Îmraliyê bikin?

Heta ku qanûn bikeve rojeva Meclîsê hin kar hate kirin. Bi taybetî Rêber Apo ev kar meşand. Ji axaftinê bêhtir divê li qadên siyasî û hiqûqî gavên pratîkî bêne avêtin. Rojnamevan û şêwirmend wê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re biçin. Divê hin siyasetmedar û akademîsyen jî biçin Îmraliyê. Ev yek divê di rojên pêş de pêk were. Di nava civaka Kurd û Tirk de gelek fikar hene; xîtaba Rêber Apo van fikaran ji holê radike. Nêzîkatiya Tirkiyeyê me jî dixe nava fikaran. Divê KCK jî karibe serdana Îmraliyê bike. Em ê jî biçin Îmraliyê. Ji Kurdan bêhtir pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê gavê heye. Ji ber ku rewşa dewleta Tirk baş nîne. Şerê li cîhanê diqewime Tirkiyeyê gelekî tengav dike. Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe xwest ku PKK'ê têk bibe, lê belê nekarî vê armanca xwe pêk bîne.

Di navbera we û Ocalan de têkiliyeke yekser heye?

Têkiliyên me hene, lê yekser nîne. Bi rêya hin aliyan danûstandin heye. Piştî ku qanûn derket û her tişt qanûnî bû divê hevdîtin pêk werin. Divê pêvajo bi lez biçe serî, bi ser bikeve. Serokkomarê Tirkiyeyê jî dema dawî got, divê pêvajo bi lez bibe. Di nava Tirkiyeyê û li derve hin alî hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Naveroka qanûna ku hate derxistin pêvajoyê dereng dixîne. Ji ber vê nêzîkatiyê û giraniya Tiriyeyê ya li ser mijara gavavêtinê, dibe ku pêvajo ne heta meha yanzdehan, lê heta salekeke din jî dirêj bibe.

Erdogan çima heta niha bi KCK'ê re têkilî dananî?

Me ji Rêber Apo re got, b navê tevgerê dikare pêvajoyê bimeşîne. Me ev wezîfe dan wî. Ji ber vê jî dewlet wî esas digire. Her çend înîsiyatîf bi wê re jî be, Rêber Apo tevgerê û gelê xwe esas digire. Nêrîn, daxwaz û rexneyên me li ber çavan digire.

Hûn rola Abdullah Ocalan niha çawa dibînin?

Rêber Apo di pêvajoyê de bi roleke girîng radibe. Me wezîfe da wî ku bi navê tevgerê bi dewletê re têkiliyê dîne û danûstandinan bike; bi serê xwe gavê neavêje.

Daxwazên we ji dewleta Tirkiyeyê çi ye?

Daxwazên me eşkere ne. Em 50 salan têkoşiyan, me berdêl dan û êşên giran kişand. Dawiya dawî me gelê Kurd rakir ser piyan. Kurd dixwazin bi nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Em tiştekî zêde ji dewleta Tirk naxwazin. Em naxwazin dewleta Tirk parçe bikin û dewletekê ava bikin. Dewlet azadiyê nade Kurdan, zextê dike.

Gelo mafên Kurdan wê di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de cih bigirin?

Heta niha di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de ji bo Kurdan tiştek nîne. Li dijî Kurdan siyaseta înkarê tê meşandin. Em dixwazin di qanûnên Tirkiyeyê de guhertin bêne kirin. Li Tirkiyeyê Kurd li derveyî hiqûq û edaletê hatin hiştin. Ji bo mafên Kurdan di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de bi cih bibin em dixebitin. Tirk bi alîkariya Kurdan ji zor û zehmetiyan xilas bûn. Her çi pêşketin çêbû be ev yek bi desteka Kurdan çêbûye. Ev yek di dîrokê de hatiye belgekirin; lê belê wan ev dîrok veşartine. Em niha vê dîrokê derdixînin holê. Dewlet dibêje, eger gerîla dest ji çekê berde wê ji bo Kurdan guhertinan bike û gavan biavêje.

Bi çekdanîna PKK'ê re ev pirsgirêk wê çareser bibe?

Dema ku me kongreya xwe lidar xist û PKK fesix kir, me biryar da ku divê Rêber Apo partiyê bixebitîne. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê. Zemîna vê heye û dema wê hatiye. Divê dewlet li pişt daxuyaniyên xwe bisekine. Eger Rêber Apo azad nebe em ê çekê danînin û neçin Tirkiyeyê. Dema ku me çek danî divê mafê me yê meşandina karê siyasî hebe. Di heman demê de divê qanûn jî bêne guhertin.

Dema ku PKK'ê dest ji çekan berda, Kurd wê çawa bêne parastin?

Di hiqûqa Tirk de cihê Kurdan nîne. Eger guhertin neyê kirin, wê polîtîkayên zext û tinekirinê yên li dijî Kurdan dewam bike. Eger Tirkiye bi vî mejî dewam bike wê zerarê bibîne. Em ji dewleta Tirk bawer nakin û bi guman nêzîk dibin. Heta niha girtiyên siyasî nehatin berdan; gelek ji wan jî nexweş in. Divê girtîgeh bêne valakirin. Dewletê hîn kesek ji 'lîsteya terorê' dernexistiye. Em amade ne ku dest ji çekan berdin, em ne evîndarê çekê ne. Me ji bo parastina gelê xwe rahişt çekê. Em careke din şer naxwazin. Me ev yek ji cîhanê re ragihand, lê belê em garantiyê dixwazin. Dewlet jî digirse û bi guman nêzîk dibe.

PKK ji aliyê rêxistinî ve fesix bû, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku ruhê PKK'ê ji holê rabûye. PKK'ê di nava civaka Kurd de ruhek afirand û ew zindî kir. Di nava 50 salî de me şaşitî kir; ev yek bû sedem ku encamên me dixwest nikaribin bi dest bixin. Me dît ku eger em bi vê rêbazê dewam bikin dibe ku xeterî rû bidin. Me dest ji têkoşînê bernedan, em tevgereke têkoşînê ne.

Fesixkirina PKK'ê çawa hate pêşwazîkirin?

Hin kesan ev qebûl nekir, hin kes dudil bûn, guman ket nava gel jî; lê belê vê rewşê zêde dirêj nekir. PKK êdî bi rengekî siyasî kar dike. Em ê ti carî dest ji azadiyê û gelê xwe bernedin. Em ji bo hemû gelan têdikoşin.

Endamên PKK'ê piştî ku dest ji çekan berdan wê çi bikin?

Endamên PKK'ê wê xizmetê ji gelan re bikin. Van endaman jiyana taybet li xwe heram kirine; jiyana wan ji bo azadiya gelan û welatê wan e.

Têkiliyên we bi PDK û YNK'ê re çawa ne?

Ji bo yekîtiya Kurdan firsendeke dîrokî derketiye holê. Em amade ne ku bi her kesî re li dora maseyê rûnên û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan kar bikin; di vê mijarê de şertekî me nîne. Li Başûrê Kurdistanê avanebûna hikumetekê metirsî ye. Divê em hemû destketiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin. Dewlet dixwazin statuya Başûr ji holê rakin. Rêber Apo xwest bi lîderên PDK û YNK'ê re hevdîtinê bike. Bi rayedarên Başûr re hin hevdîtinên me çêbûn, em nêrînên hev digirin.

Hûn fesixkirina QSD'ê û entegrasyonê çawa dinirxînin?

Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku her tişt radestî dewletê bê kirin. Divê herêmên Kurdan xweser bin. Dewleta Sûriyeyê dixwaze li Rojava weke rejîma Baasê tevbigere. Divê Kurd zîhniyeta Baasê careke din qebûl nekin. Me qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyera li girtîgeha Kobanê şopand. Rojava berdêlên giran da û cîhan ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Mirovahî deyndarê Rojava ye.

Li ser wezîfeya nû ya Mazlûm Ebdî rexne hene?

Mazlûm Ebdî got, ew ê ti wezîfeyê qebûl neke û di nava gel de be. Ev gotin di cih de bû. Lê belê dema dawî bû şêwirmendê Şara. Eger ev bi navê Kurdan bûya, wê demê pirsgirêk nedibû. Rexneyên heyî di cih de ne. Em jî rexne dikin, ji ber ku diviyabû qebûl nekiribûya.

dostên kurdan kî ne?

Kurd tenê bi hev re dikarin bibin dost. Ji bilî vê hêzek nîne ku mirov karibe bibêje 'Ev dostê Kurdan e'. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em têkiliyê pê re danînin.

hûn daxwazinên li ser radestkirina çekên ybş'ê çawa dinirxînin?

Kurdên Êzidî dixwazin ji bo entegrasyona demokratîk a bi Iraqê re gavê biavêje. Eger ev pêk were wê baş be. Xuya ye Iraq dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Texmîn dikim ku PDK, Tirkiye û Îran vê naxwazin.

Aqûbeta Kampa Mexmûrê wê çi be?

Eger pêvajo bi ser bikeve dosya wargeha Mexmûrê jî wê çareser bibe. Tirkiye û dewleta Iraqê biryar dane ku şêniyên wargeha Mexmûrê vegerin Tirkiyeyê. Ji bo vê gavê pêwîstî bi garantiyan heye. Qendîl keleha Kurdan e. Em gelê Qendîlê teslîmî kesî nakin; divê xwe biparêzin. Parastina Qendîlê wezîfeya hemû Kurdan e.

Hûn rewşa li rojhilat çawa dinirxînin?

Eger rejîma Îranê pirsgirêkên Kurdan çareser neke wê hilweşe. Divê Kurdên li Rojhilat xwe bi rêxistin bikin û xwe amade bikin. Eger entegrasyona demokratîk bi ser nekeve, şer bibe jî divê xwe ji şer re amade bikin. Me ji bo pêvajoya aştiyê hin gav avêt, ji bo vê jî zemînek ava kir. Em dixwazin vê zemînê xurt bikin û bi ser bixînin. Bi rêya siyasetê em ê hîn bêhtir encaman bi dest bibxin. Eger pêvajo bi ser nekeve, em ji şerekî mezin re jî amade ne. Heta ku em armancên gelê xwe pêk nînin em ê dest ji têkoşînê bernedin.