Nasnameyên kujerên 3 endamên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn aşkera bûn

Berpirsê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Derayê nasnameyên kesên ku berpirsiyarê kuştina 3 efserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bajarê Senamînê, aşkera kirin.

Nasnameyên kujerên 3 endamên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn aşkera bûn
18 îlon, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Derayê general Husam Memûn El Tehan diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî operasyonên çavdêrî û şopandinê, şaneya ku berpirsiyarê kuştina 3 endamên wê li bajarê Senamînê yê li bakurê Derayê, girtin.

El Tehan di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a SANA re got lêpirsînê aşkera kir ku şane ji hêla Muhsen El Heymed û Ehmed El Osman ve dihat birêvebirin.

Her wiha destnîşan kir ku di operasyonên lêgerîn û paqijkirinê de, hêzên ewlekariyê di nav malên wan de çek, cebilxane, teqemenî û alavên çêkirina bombeyan desteser kirine.

(k)

ANHA