Şerê li dijî Îranê guhertinên herêmî ferz dike û rola saziyên dewletê ji nû ve dinirxîne

Medyaya  Erebî berdewamiya şerê li dijî Îranê bi bandorên wê yên berfireh li herêmê, ji Tengava Hurmuzê heta Iraq û Lubnanê ve girêda.

Şerê li dijî Îranê guhertinên herêmî ferz dike û rola saziyên dewletê ji nû ve dinirxîne
18 îlon, 2026   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Medyaya Erebî du mijarên şerê li dijî Îranê û guhertinên ku ew li ser ewlehiya herêmî, rêyên deryayî, aborî û siyasetê ferz dike û bandorên şer li ser welatên Ereb ên wekî Iraq û Lubnanê xist rojevê.

ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ Û BANDORÊN WÊ LI SER EWLEKARIYA HERÊMÎ

Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Nexşeyên Nû yên Trump... Di Navbera Hurmuz û Ontarioyê de" weşand, ku pêşketinên şer bi guherîna helwestên Amerîkî ve girêdide. Gotarê destnîşan kir ku "projeya Amerîkî di şerê li dijî Îranê de" bi paşketinan re rû bi rû ye, ku bi tevger û nexşeyên nû yên ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve hatine pêşniyar kirin re hevdem e.

Rojnameyê her wiha gotarek bi sernavê "Rejîma Îranê Xwekuj Nîne" weşand, ku tê de li ser aloziya berdewam a Îranê û karanîna Tengava Hurmuzê nîqaş kir.

Rojnameyê diyar kir ku berfirehkirina pevçûnê bo welatên herêmê şer dixe pêş hesabên ku ji pevçûnek rasterast a di navbera Washington û Tehranê de wêdetir diçin.

Di rojnameya El Şerq El Ewset de, gotarek bi sernavê "Kulkirina Tunelan ji Celîlê heta Ava Hurmuzê" behsa tengezariyên li ser sînorê Lubnanê û arîşeya li Tengava Hurmuzê kir û şîrovekirinek rewşê wekî dirêjkirina krîzek herêmî ya tevlihev pêşkêş kir.

BANDORÊN ŞER LI SER DEWLETÊN EREB ÊN LI DORA PEVÇÛNÊ

 Rojnameya El Quds El Erebî behsa bandorên şerê herêmî li ser Iraqê kir û bal kişandina ser êrişên ku ji hêla komên girêdayî Îranê ve têne kirin û berpirsiyariya dewleta Iraqê di mijûlbûna bi wan re.

Her wiha li ser bandorên pevçûna Amerîka-Îranê li ser dewletên Ereb ên li dora pevçûnê sekinî.

Rojnameya El Nehar gotarek bi sernavê "Vebijarka Dewletê Kongreya Amadekariyê ya Parîsê ji bo Piştgiriya Artêşê Dike Siyê... û Rêkeftinên Piştî-UNIFILê li Dilê Rêya Navneteweyî" weşand, ku bal kişand ser ji nû ve avakirina saziyên dewleta Lubnanê, rola artêşê û rêkeftinên li başûr.

(k)

ANHA