Nivîskar El Emîn El Siwêd: Hikumet têk çûye, pêdivî bi îradeyeke nîştimanî heye

Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El Emîn El Siwêd got divê hikumeta Şamê qebûl bike ku rola wê veguhêz û demkî ye û gelek kar jê tên xwestin. El Siwêd destnîşan kir ku hikumet di gelek aliyên rêvebirina dewletê de têk çûye, lewre jî ji bo rizgarkirina gelê Sûriyeyê îradeyeke nîştimanî hewce dike.

Nivîskar El Emîn El Siwêd: Hikumet têk çûye, pêdivî bi îradeyeke nîştimanî heye
10 gulan, 2026   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El Emîn El Siwêd têkildarî çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê û gavên ku ji hikumeta demkî tên xwestin ji ajansa me re axivî.

'DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ QEBÛL BIKE KU ROLA WÊ DEMKÎ YE’

El Siwêd destnîşan kir ku ji sedemên zêdebûna krîzên siyasî, aborî û civakî li Sûriyeyê ew e ku hikumeta demkî ji rastiya rewşa Sûriyeyê dûr e û hilbijartinên wê yên ji bo bidestxistina rewatiya xwe ji derve ne. El Siwêd got: "Ev hewldan dê sûdê nedin hikumetê ji ber ku ev piştgiriyê nadin veguhestina siyasî ya ku tê xwestin. Di hemanê de ne jî ji bo aktîvkirina aboriyê dixebitin, ku hîn jî bi paş ve diçe."

El Siwêd îşart pê kir ku sedema yekemîn a vê têkçûnê ew e ku hikumeta heyî qet qebûl nake ku ew hikumetek demkî an veguhêz e û wekî ku hikumetek heta hetayê ye nêzî rewşa Sûriyeyê dibe çawa ku bixwaze.

El Siwêd anî ziman ku divê di hemû belgeyên hikumetê navê hikumetê wekî hikumeta demkî ya Sûriyeyê were nivisandin û li dû navê serokê wê jî gotina demkî an veguhest were nivisandin û wiha axivî: “Qebûlkirina bi fermî û bingehîn a xwezaya demkî ji aliyê hikumetê ve, dê rewşa Sûriyeyê ber gavên pêşîn ên avakirina dewletek guncaw ve bibe. Hikumetên veguhêz ne xwediyê rayeyan ne ku qanûnan der barê jiyana rojane ya welatiyan de ferz bikin û ne jî mafê wan heye ku peymanên navneteweyî yên ku bi çavkaniyên neteweya Sûriyeyê û gelê wê ve girêdayî ne, pêk bîne. Dema hikumeta demkî qebûl nake ku demkî ye, biryarên ku dide nakve xizmeta gelê Sûriyeyê, lê belê diyar e berjewendiyên hin aliyên derve wekî Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîka û Îsraîlê pêk tîne."

El Siwêd destnîşan kir ku gavên ji bo vejandina sembolên rejîma berê û sûcdarên wê derbeyek kujer li aştiya navxweyî û hesta bidestxistina edaletê xist û got: "Hikumeta veguhêz rola xwe ya amadekirina hikumetek daîmî pêk neanî, ku yek ji erkên wê avakirina dadgehan e ji bo bidestxistina edaleta veguhêz e. Lê bi hezaran sûcdar û kujer efû kirin û hinek ji wan di saziyên xwe de tayîn kirin. Ev siyaset dikare bibe sedema zêdebûna alozî û ne aramiya ewlehiyê li Sûriyeyê. Girtina sûcdarnwekî Emced Yûsif û neçarkirina wî ku mikur were ku ew berpirsê pêşîn û dawîn ên komkujiyan e bêyî ku rejîma Esed were hesabpirsîn, hewldanek beraatkirina sembolên rejîma Esed e."

Elî El Emîn Siwêd di dewama axaftina xwe de gavên ku divê hikumeta demkî biavêje da ku ji xetimîna siyasî de derkeve û Sûriyeyê bixe rêya durist, wiha rêz kirin;

“-Divê hikumeta demkî mîsyonên hikumetên veguhêz bi cih bîne.

- Divê biryarên berê yên der barê jiyana welatiyan de dabûn îbtal bike

- Divê danezana destûrî were sererastkirin. Divê armanca hikumetê parastina silametiya erd û gel be.

- Divê sûcên alavên rejîma Esed bûn wergirtin û li gorî qanûnan werin darizandin.

- Divê hikumeta heyî îstîfa bike hikumetek teknokrat a rasteqîn dê were avakirin bêyî ku serokwezîr ne di bin bandora şêxan de be.

- Divê hemû karmendên sivîl ên ku temenê wan ê qanûnî derbas nekiribe vegerin ser karê xwe. Eger gihiştibin temenê teqawudbûyî jî divê tevahî mafên wan werin dayîn.

-Ji bo hilbijartinên azad û şefaf ên parlamento û serokatiya welat divê bernameyeke zelal were pejirandin."

Li gorî El Siwêd, "gavên ku divê werin avêtin pir in, lê bawer nakin pêk werin, ji ber ku hikumet ji bo xizmeta gel kar nake, lê ji bo razîkirina aliyên ne sûriyeyî kar dike."

‘HIKUMET DI GELEK ALIYAN DE TÊK ÇÛYE’

El Siwêd îşaret pê kir ku Sûriye di rewşeke xetimî de ye û nayê zanîn kengî ev rewş bi dawî bibe û got: "Hikumeta heyî di pêkanîna destkeftiyên qaûnî, an destûrî an jî siyasî de bêçare ye. Qanûnên aborî û debarê derdixe ku tu eleqeya wan bi rewşa Sûriyeyê û berjewendiyên gelê Sûriyeyê tune ne. Hikumeta heyî hew di kişandina ciwanan nava xwe da ku bibin endamên hêzên ewlekariya giştî de, her wiha di tayînkirina şêxên tu girêdana wan bi dadgehên Sûriyeyê de tune ye bi ser ketiye."

'ÎRADEYA NÎŞTIMANÎ HEWCE YE'

Li ser pirsa diyaloga nîştimanî El Siwêd anî ziman ku pêwîstî bi diyalogan tune ye, diyalog xerçkirina demê ye, ji ber ku sûriyeyî di aliyên qanûnî, aborî, destûrî û zanistî de xwedî ezmûn in û dikarin welatekî ku hêviya her sûriyeyekî/ê ava bikin, ya niha ji sûriyeyên wleatparêz ên li seranserî welat tê xistin ku hew ji bo berjewendiyên gel kar bikin.

Elî El Emîn Ei Siwêd di dawiya axaftina xwe de got: "Îradeya nîştimanî ya sûriyeyî  ya dilsozê gelê Sûriyeyê garantiya yekane ya serxistina her pêvajoyeke siyasî ye. Bêyî vê wê Sûriyeyê di xetimîneke siyasî, aborî, civakî, qanûnî û destûrî de bimîne heya ku dewlet bi temamî hilweşe."

ELÎ EL EMÎN EL SIWÊD KÎ YE?

Nivîskar û çalakvanê siyasî ê ji Sûriyeyê ye. Bi şopandina rewşa Sûriyeyê û analîzkirina pirsgirêkên siyasî û civakî tê naskirin. Helwest û nêrînên xwe yên girêdayî geşedanên navxweyî yên Sûriyeyê, mijarên azadî û mafên mirovan û veguhertinên siyasî li welat parve dike.

(bb)

ANHA