Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi rûmet vegerin warê xwe

Koçberên ji Serêkaniyê ji hikûmeta veguhêz û parêzgarê Hesekê daxwaz kirin ku mercên vegera wan a bi ewle li warê xwe peyda bikin.

Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi rûmet vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi rûmet vegerin warê xwe
29 tebax, 2026   04:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

9‘ê Cotmeha 2019‘an di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de, derdora 10 hezar şêniyên Serêkaniyê ji cih û xwarê xwe bûn û xwe li bajarê Hesekê girtin. Şênî ku di kampan de mercên jiyanî yên zehmet dikişînin, li bende ne ku ewle vegerin warê xwe. Piştî rûxandina rejîma Baasê (Kanûn 2024) dosyaya vegera koçberan dîsa ket rojevê û yek jî xalên sereke yên peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de ye.

Di çarçoveya pêkanîna vê xalê de, koma yekemîn a koçberên ji Serêkaniyê di 10‘ê tebaxa îsal (2026) de ber bi warê xwe ve bi rê ketin. Dema derbasî bajêr bû, kesên ku li malên wan bi cih bûne êrişî hin malbatan kirin. Piştî êrişî Komîteya Koçberên Serêkaniyê û aliyên têkildar vegerandina koçberan taloq kir ta garantiyên vegera ewle û bi rûmet bêne mîsogerkirin.

Astengiyên ku pêşiya vegera koçberan; xalên leşkerên Tirk hîna li bajar û gundewarên Serêkaniyê hene, li ser rêyên gundan mayîn hene û êrişên kesên dest danîne ser mal û milkên wan.

Şêniya bi navê Emîda Hisên Meo got: "Êşa me li koçberiyê dît, dijwar e. Ev demeke dirêje em li benda vegerê ne, ji bo em vegerin divê ewlehî hebe, em nikarin di vê rewşê de vegerin, gefa mirinê li me dixwin. Rewşa Serêkaniyê xetere ye û aramî lê nîne. Em hêvî dikin di demeke nêz de vegerin warê xwe. Divê hikûmet garantiya vegera bi ewle bide û ew berpirsyarê vê yekê ye."

Nivîskar Ebdulwehab Pîranî jî got: "Koçberên Serêkaniyê salên zehmet derbas kirin, di havînê de li bin konan û di şert û mercên zehmet de ne. Mafên koçberan heye ku bi ewle vegerin bajarê xwe. Li Serêkaniyê pirsgirêkên binesaziyê hene û nişticehên ji derve yên destê xwe danîne ser mal û milkên şêniyên Serêkaniyê yên resen."

Pîranî bang li hikumeta veguhêz, parêzgarê Hesekê û komîteya kar û barên koçberan kir û lez bidin vegera koçberan û bi wan re bibin alîkar û got: "Em bi hêvî ne ku dawî li koçberiyê were û koçber vegerin warê xwe."

Koçberê bi navê Abdullah El Ehmed jî got: "Em ji gundê Erîşa koçber bûn û malên me xirabe ne. Em dixwazin berî zivistanê vegerin gundê xwe û malên xwe sererast bikin. Em dixwazin bi rûmet vegerin, ji bo em rûmeta xwe biparêzin em koçber bûn. Piştî em vegerin nabe ku kesek destdirêjî me bike."

(np)

ANHA