Xwendekar û dayikên wan: Ji bilî kurdî em bi tu zimanên din naxwînin

Xwendekar û dayikên wan li Kobanê biryara kêmkirina dersên zimanê kurdî red kir û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Xwendekar û dayikên wan: Ji bilî kurdî em bi tu zimanên din naxwînin
Xwendekar û dayikên wan: Ji bilî kurdî em bi tu zimanên din naxwînin
Xwendekar û dayikên wan: Ji bilî kurdî em bi tu zimanên din naxwînin
Xwendekar û dayikên wan: Ji bilî kurdî em bi tu zimanên din naxwînin
18 îlon, 2026   05:47
KOBANÊ
SILAVA OMER

Li bajarê Kobanê bertek û nerazîbûna xwendekar û dayikên wan a li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê perwerdeya bi zimanê kurdî de berdewam dike. Xwendekar û dayikên wan daxwaz kir ku mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê (kurdî) were dayîn û di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin.

Gulçîn Hiso ku dayika sê zarokan e, anî ziman ku perwerdeya zarokan a bi zimanê wan ê kurdî mafekî rewa ye û divê bi tu awayî neyê astengkirin. Her wiha got zarokên wê bi zimanê kurdî çanda xwe, dîroka xwe û nasnameya xwe diparêzin.

Gulçînê got heta ev biryar neyê guhertin û perwerde bi zimanê kurdî nebe, ew zarokên xwe naşîne dibistanê û got: “Em bang li saziyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku perwerdeya bi zimanê kurdî biparêzin û astengiya li pêşiya pêşeroja perwerdeya zarokan rakin.”

Xwendekara bi navê Lîlav Baqî ku got ew tenê bi zimanê xwe yê kurdî dikare bixwîne û ev lê zêde kir: “Heta niha tu kesî bi zimanê me nexwendiye heta ku em bi zimanê wan bixwînin û heta ders û dibistanên me bi kurdî neyên qebûlkirin em naçin dibistanê.”

Her wiha xwendekara bi navê Viyan Cimo ku 12 salan bi zimanê kurdî xwendiye, da diyarkirin ku mafê wan e bi zimanê xwe bixwînin û destnîşan kir ku fêrbûna bi zimanê kurdî mafekî mirovî û bingeha hebûna wan a neteweyî ye.

ANHA