‘Ji bo serxistina pêvajoyê divê Tirkiye gavên pratîk biavêje’

Siyasetmedaran vekişîna gerîlayên azadıyê ji nava sînorên Tirkiyeyê wek gaveke dîrokî ber bi aştî û demokrasiyê ve bi nav kir û got divê dewleta Tirk ji bo serxistina pêvajoya aştî û demokasiyê destûra xwe nû bike.

‘Ji bo serxistina pêvajoyê divê Tirkiye gavên pratîk biavêje’
5 mijdar, 2025   06:20
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Siyasetmendarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîna gerîlayan ji nava sîrnorê Tirkiyeyê wek gaveke dîrokî di pêvajoya aştî û demokasiyê de ku Rêber Abdullah Ocalan pêşengiyê jê re dike, nirxand.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Sûriyeyê Kovan Kenio got: "Pêngava demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji hêla gelê Kurd û hêzên herêmî û navneteweyî ve bi berfirehî hatiye pêşwazîkirin."

Kovan Kenio diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan kiriye, ji aliyê gel Kurd û hêzên herêmî û navneteweyî ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Kenio anî ziman ku pêngava PKK’ê ya vekişîna gerîlayan ji nava sînorên Tirkiyeyê berdewama bangên aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ji dewleta Tirk tê xwestin ku ji rola xwe bi temamî di serxistina pêvajoya aştiyê de pêk bîne. Divê hawirdorek demokratîk çêbike û pergaleke siyasî ji nû ve ava bike ku hemû hêzan di nav xwe de bigire û rêzê bide pirrengiya neteweyî ya li welat û serweriya biryara parlamentoyê mîsoger bike. Di heman demê de divê qanûnên nû saz bike ku baweriyê di nava dewletê û welatiyan de ava bike û pirsgirêka Kurd bi rêbazên adilane, bi rêya diyaloga demokratîk û bi rêya parlamentoya Tirkiyeyê çareser bike.”

Kovan Kenio anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo serxistina Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiyek e û got Rêber Abdullah Ocalan xwedî nêrînekê ye ku dikare krîzên Rojhilata Navîn çareser bike.

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye Ciwan Siko jî diyar kir pêngava vê dawiyê ya PKK’ê ne dihat hêvîkirin ku pêngava dawîn a partiyê bi vî rengî wêrekî û berpirsiyariya dîrokî ye. Siko bi bîr xist ku Enqere li beramberî vê gavê gavên pratîk neavêtine û di siyasetên xwe yên astengkirina îradeya gelê Kurd û hewldanên lawazkirina wê de berdewam e.

Siko got, ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê destûreke nû were sazkirin ku mafên çandî, siyasî û neteweyî yên gelê Kurd ên li Bakur û Kurdistanê werin naskirin, girtiyên siyasî werin berdan û saziyên demokratîk werin avakirin. Siko îşaret pê kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û hevdîtinên têne kirin ji bo pêşketinê têrker nîn in.

Ciwan Siko di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê Tirkiye tê bigihêje ku banga pêngava 2025’an ji yên 1993 û 2013’an cuda ye û eger ew bi ser nekeve, ew ê bibe windahiyeke herî mezin.

(bb)

ANHA