Nivîskarê Ebduezîz Hemdûş: Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke berfireh heye

Nivîskar û rojnamevan Ebdulezîz Hemdûş got pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke berfireh heye ku bibe hevpeymana civakî ya pirrengiyê qebûl bike û garantiya hemwelatîbûna wekhev û mafên pêkhateyan bide.

Nivîskarê Ebduezîz Hemdûş: Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke berfireh heye
13 hezîran, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MEDYA HENAN

Têkildarî destûra nû yê Sûriyeyê, çareserkirina pirsgirêkan û sîstema guncav a ku bikare Sûriyeyê bi rê ve bibe, nivîskar û rojnamevanê sûriyeyî Ebdulezîz Hemdûş ji ajansa me re axivî.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Destûra Sûriyeyê ya nû ji bo garantiya avakirina dewleteke demokratîk, pirreng bide û sûriyeyî qebûl bikin, divê li ser çi bingehê were avakirin?

Piştî hilweşîna rejîma Baas (8 Mijdar 2024) û betalkirina destûrê bingehîn ê 2012`an Sûriyeyê dest bi pêvajoyeke nû kir. Piştî wê destûrê 2025`an ê hatî îlankirin ji ber pirrengî tê de nebû, gelekî hate rexnekirin. Nivîsandina destûreke dayîmî destûr nade ku krîz bidomînin ji ber ew hevpeymana civakî ye, birînan derman dike û aştiyê misoger dike.

Em ji fêmkirina girîngiya destûr dest pê bikin. Destûr ne tenê belgeyekî qanûnî yê cemidî ye. Destûr hevpeymanekî civakî yê bilinde hemwelatiyan bi hev ve dide girêdan. Têkiliya navbera ferd û desthilatê de birêxistin dike. Destûra nû yê ku were nivîsandin divê bibe nimûneyekî dîrokî û tecrûbeyeke qanûnî û siyasî ya çareserkirina krîza Sûriyeyê. Destûr divê li ser du astên bingehîn bibe lêvegra qanûnî: Ya yekemîn destûr bi diyarkirina prensîban were nivîsandin, pirrengiya etnîkî, neteweyî û çandî heqîqetekî dîrokî were dîtin û li gorî wê guhertinên siyasî çêbibin û sîstema rêveberina welat were dayarkirin. A duyemîn jî çareser bike, lêvegerek hebe ku bi riya saziyên dadwerî pevçûn werin çareserkirin, eger aliyê siyasî ve xetimandin çêbibe divê nebe sedema ku li welat krîz derkevin.

Ji bo ev yek pêk were divê destûr garantiya prensîbên bingehîn bide: Yekemîn mozaîka li Sûriyeyê neyê înkarkirin. Pirrengiya li Sûriyeyê bibînin û mafên wan ên ziman û çandî biparêzin. Duyemîn, bê ku cûdahî têxin navberê û wekhev mafê hemwelatiyê bidin hemû welatiyan. Bê ku cudahî têxin navbera etnîk û ol de bi riya hilbijartin û li gorî pisporiya hemwelatiyan erk bidin wan. Ya siyemîn divê dad aliyê malî û îdarî ve ser bixwe be û ji desthilatan qut be da ku mafê mezlûman bidin wan. Ya çaremîn sîstem nenavendî be da ku parêzgeh xwe ji her alî ve birêve bibin û neyên paşguhkirin û garantiya yekitiya axê bide. Tenê dosyayên girêdayî serweriya dewletê di destê navendê de bimînin. Ya dawî, di destûrê de mafên mirovan li gorî qanûnên navneteweyî werin dayîn. Kesên ku bi serê xwe xelkê digirin, işkence li wan dikin û direvînin werin lêpirsînkirin. Di destûrê de edaleta veguhêz û dadperwerî şertekî bingehîn ê çareseriyê bin.

Çi tecrube ji destûrên berê yên Sûriyeyê hatine girtin û van destûran çi qasî nûnertiya pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya Sûriyeyê dikir?

Di belgeyên dîrokî de hatiye isbatkirin ku di navbera cihêrengiyê û yekdestdariya desthilatdaran de lerizîneke tûj hebû. Destûrê 1920 bi ruhekî liberal û pêşverû dest pê kir. Rêveberî nenavendî bû. Destûrê 1920`an projeyekî dewleta demokratîk, parlamantoyî ya monarşîk bû. Destûr tenê çar mehan ma û bi mitîngeha fransayê re hate guhertin.

Di mitîngeha Frensayê de sala 1922`yan sîstema yekitiya Sûriyeyê derket. Sûriyeyê li gorî mezheban hatibû parçekirin. Sala 1930`î destûrê Sûriyeyê derket û yekitiya Sûriyeyê raghandin. Lê belê di çarçoveya madeya 116`an serxwebûna wê dabûn.

Destûrê rizgarkirine 1950 li ser sîstema parlamen hatibû nivîsandin. Di destûr de zordarî qedexe kiribûn û desthilatî di destê serokê hikûmetê de bû. Lê belê di destûrê de ji derveyî pêkhateya Ereb mafên pêkhateyên Sûriyeyê yên ziman û çandî diyar nekiribûn. Li ser olê serokê komarê jî lihevdû nekirin. Nakokiyên navbera tevgerên laîk û olî de bandorê li ser destûr dikir.

Herî dawî destûra 1973`yan ya rejîma Baas bû. Li gorî madeya 8’an partiya Baas li ser dewletê û civakê ye. Di vî destûrî de nasnameya pêkhateyan hate paşguhkirin û pirrengî kirin pirsgirêkeke ewlehiyê.

Di destûra 2012`an de dibe ku madeya 8 hate betalkirin lê belê her tişt di destê serokê komarê de bû. Di destûrê de pirrengiya Sûriyeyê paşguh kirin û destûr şûna krîzan çareser bike kete bin xezmeta sîstemê de.

Hemû destûrên Sûriyeyê û bi taybet destûrê sîstema Baas bûn sedema tengezarî çêbibe û paşguhkirina pirrengiya Sûriyeyê rewa kirin. Ev yek bû sedema ku guhertina siyasî li Sûriyeyê xwînî be.

Piştî salan ji şer destûra nû yê Sûriyeyê dê çawa garantiya mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bide?

Divê destûra nû yê Sûriyeyê sîstema zordariyê ya kevn bi temamî hilweşîne. Bila destûr nebe belgeyekî rêxistinkirina desthilatdariyê bila bibe hevpeymanekî civakî ku garantiya mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bide û aştiya civakî xurt bike. Ji bo ev yek pêk were divê destûra nû yê Sûriyeyê nasnameya hemû pêkhateyên Sûriyeyê (Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen, Çerkes, Misilman û Xiristiyan) nas bike. Mafên wan ên çandî û ziman biparêze. Li erdnîgariya ku pêkhateyên Sûriyeyê lê ne divê zimanê wan ê herêmî bi zimanê erebî re bibe zimanê fermî. Bi vî awayî dê dawî li helandin û inkarkirina dîrokî were. Her wiha destûr jiyana hevbeş xurt bike û çavkaniya olperestî û nijadperestiyê ziwa bike. Erkdayîn jî di hilbijartin û li gorî pisporiyê were kirin. Destûr nenavendî be, herêm bixwe xwe birêve bibin, hêzên ewlekariyê ji wan bin û ew aboriya xwe birêve bibin, bila tenê 4 dosya (parastin, siyaseta derve, pere û sînor) di destê navendê de be.

Li ser bingeha ders ji dîrokê derxistin divê pêkhate aliyê siyasî û aborî de neyên paşguhkirin, qedexe bikin ku destûr têkeve destê partiyan, di destûr de mafê kar û jiyana birûmet bidin hemwelatiyan. Ji bo ev mafên hemwelatiyan werin parastin divê desthilata zagonsaz, rêveber û dadê ji hevdû veqetîne. Her wiha tiştek di destê desthilata rêveber de nemîne, dadgeha destûrî ya bilind ava bikin û ev dadgeh aliyê malî û îdarî ve ser bixwe be da ku bikarbe xetimandina siyasî û şerê li ser sînor û qanûnan çareser bike.

Di dawiyê de divê di destûra nû yê Sûriyeyê de mekanîzmeyên dada veguhêz hebin, desteyên ser bi xwe ava bikin da ev deste aqûbeta kesên wendayî zelal bike û mal û mulkên wan li wan vegerînin. Kesên ku işkence li xelkê dikin yan jî xelkê direvînin werin lêpirsîn kirin. Bila dad bibe lêvegera civakî ya çareserkirina pirsgirêkên wan û dawî li çanda tolrakirine were.

Di vê pêvajoya li pêş me de kîjan sîstem ji bo Sûriyeyê guncav e û dikare di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de daxwazên pêkhateyan pêk bîne?

Sîstema parlamentoyê ya piralî ya nenavendî ji bo Sûriyeyê guncav e, dikare daxwazên pêkhateyan pêk bîne. Dawî li zordarî û navendîbûnê bîne. Ev sîstem li ser bingehê parlamentoya lihevkirî, nenavendîkirin û hemwelatiya wekhev tê avakirin. Di destûrê de dê mafên pêkhateyan werin dayîn.

Dîroka Sûriyeyê û bi taybet destûra 1950 isbat kir ku sîstemên serokatiyê û nîvserokatiyê di civakên ku ji krîzan derketine nikare desthilatiyê tesbît bike. Ji ber vê yekê bi riya sîstema parlamentoî û belavkirina desthilatê Sûriyeyê birêve bibin.

Ji bo pêkhate werin parastin divê parlamento li ser sîstema meclisa nûneran (li gorî hejmara nifûsê û hilbijartinan nûnertiya welatiyan dike), meclisa herêm an jî meclisa şêxan (ne li ser bingehê erdnîgariyê nûnerên hemû herêmên Sûriyeyê tê de hebin. Ev meclis dikare dozgeran tayîn bike û mafên çandî û neteweyî yên pêkhateyan erê bike. Bi vî awayî dikarin mafên hemû pêkhateyan biparêzin)

Aramiya Sûriyeyê bi yekitiya gelê Sûriyeyê û cihêrengiyê ve girêdayî ye. Divê daxwazên pêkhateyan bi riya destûrê û qanûnî werin dayîn. Mafên wan ên ziman û çandî werin parastin. Zimanê pêkhateyan li herêmên wan bibe zimanê fermî û wekhev nêzî welatiyan bibin.

Ji bo nivîsandina destûra nû çi qasî dikarin fêdeyê ji Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser wergirin, bi taybet di mijara mafên pêkhateyan û wekheviya jin û mêran?

Hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser ezmûneke zindî yê li meydanê ye û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê temsîl dike. Ji ber vê yekê nabe ku were paşguhkirin. Hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser di şert û mercên zehmet de li gorî pêdiviya civakan hate nivîsandin. Di hevpeymana civakî de hebûna dîrokî, neteweyî û ziman ê hemû pêkhateyên Sûriyeyê (Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan, Ermen, Çerkes) hebû. Yekdestdariya mêr şikandin û ji sedî 50 nûnerên jin di navendên biryarê de hebû. Ji bo diyarkirina kota jinê, qedexekirina kuştinê û zayendperesiyê divê fêdeyê ji Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser bigirin.

Di ezmûna Rêveberiya Xweser de hat isbatkirin ku divê karûbarên rojane bi riya meclisên herêmî û şaredariyên hilbijartî werin birêvebirin. Bi vî awayî dawî li bîrokratiyê were, sîstem nenavendî be û her herêm an jî parêzgeh xwe bixwe birêve bibe. Di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de isbat bû ku dema navendkirin nebe sûriyeyî dikarin xwe bi rê ve bibin.

Divê destûra nû ya Sûriyeyê li ser bingeha kîjan mekanîzmayê were nivîsandin da ku daxwazên civaka Sûriyeyê pêk bîne?

Ji bo destûra nû ya Sûriyeyê mîna destûra 2025`an neyê redkirin û gelê Sûriyeyê qebûl bike, divê li ser 4  pêvajoyan were nivîsandin.

Ya yekemîn; hilbijartina meclisa damezirîner. Divê kota ji bo pêkhateyên neteweyî û olî were dayîn. Kota jinan ji sedî 30-50 hebe. Ya duyemîn; divê prensîba lihevkirina neteweyî were pejirandin û bi rêya diyalogê madeyên hesas weke (nasname, nenavendîbûn, mafên ziman û dewlemendî) werin çareserkirin. Ya sêyemîn; divê nêrîn û pêşniyarên gelê Sûriyeyê ji bo reşnivîsa destûr were girtin û li gorî wê reşnivîsa destûr were sererastkirin. Ya çaremîn; divê referandumeke giştî ya di bin kontrola dadweriya serbixwe û navneteweyî de bê çêkirin. Bi vî awayî bikarin hemwelatîbûna wekhev biparêzin û yekdesthilatiyê qedexe bikin.

(np)

ANHA