Pêdiviya dibistanên ku pirtûk negihîştinê tê pêkanîn

Bernameya nûkirina materyalan û materyalên nû, hişt ku pirtûkên sala nû ya perwerdeyê li hinek cihan derengî werin belavkirin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kir wê di demeke kurt de pirtûkên kêm werin belavkirin.

Pêdiviya dibistanên ku pirtûk negihîştinê tê pêkanîn
5 mijdar, 2025   05:10
QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî sala xwendinê ya 2025-2026`an 14`ê Îlonê dest pê kir, li 3 hezar û 647 dibistanan 713 hezar û 554 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir, lê ji ber ku koçberiya ji bo herêmê berdewam dike û daxwaza xwendinê zêde bû, qeydên xwendekarên nû jî berdewam kir. Lewma hejmara xwendekaran zêdetir bû, li gorî agahiyên Desteya Perwerdeyê hejmara giştî ya xwendekaran derketiye 810 hezaran. 

Saziya Minhacan a herêmê her sal li gorî pêdiviyan pirtûkan hazir dike û li dibistanan belav dike, lê rewşa guherîner (koçberî û..hwd) carnan amadekariyan jî bi derengî dixe.

Saziya Minhacan di sala 2024`an li gorî pêwîstiyan dest bi nûkirina materyalan kiribû, li gorî plansaziyê tevahiya materyalên ji refa 1 heta 12`an li ser 3 beşan hatin nûkirin. Di beşa yekem de pirtûkên refa 1, 4, 7 û 10`an; di beşa duyemîn de materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an hatin nûkirin û belavkirin.

Di beşa sêyemîn de jî pirtûkên refên 3, 6, 9 û 12`an tên amadekirin û tê plankirin ku bighîjin sala 2026-2027.

AMADEKIRINA PIRTÛKÊN TEMAM BÛ, LÊ ÇAPKIRINA WAN DEREGÎ MA

Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê dane me, pirtûkên ji bo çapkirinê her sal di meha Gulanê de ji bo çapxaneyan tên şandin, hejmara pirtûkan jî li gorî zêdebûn û kêmbûna xwendekaran diguhere. Îsal li gorî pêdiviyên dibistanan pêwîstibû 4 mîlyon û 200 pirtûk bihatana belavkirin.

Pirtûk li 8 çapxaneyên herêmê têne çapkirin, lê îsal nûkirina materyalên beşa duyemîn û amadekirina materyalên nû yên ji bo dibistanên deverên ku nû tevlî herêmên Rêveberiya Xweser bûne bi derengî ket, lewma pirtûk di meha Tîrmehê ji bo çapxaneyan hatine şandin.

Ji ber zêdebûna pirtûkan û derengşandinê, çapkirina pirtûkan di dema xwe de temam nebû. Lewma li hinek dibistanan pirtûk nehatine belavkirin.

Rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kirin ku hejmareke kêm a pirtûkan maye, ew jî wê di nava 10 rojan de ji çapxaneyê derkevin û dest bi belavkirina wan bê kirin.

(sb/a)

ANHA