El Zewbaa: Meclisa Gel divê hikumetê kontrol bike

Serokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zewbaa got meclisa Sûriyeyê ne demokratîk hate avakirin û bang lê kir ku nûnertiya pirrengiya Sûriyeyê bike. 

El Zewbaa: Meclisa Gel divê hikumetê kontrol bike
12 tîrmeh, 2026   04:14
HESEKÊ

Serokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zewbaa li ser rola Meclisa Gel (parlamento) ji ajansa me re axivî û got: “Meclisên gel li gelek dewletan desthilata zagonsaz e û têkildarî birêxistinkirina jiyana welatiyan biryaran derdixin. Meclisa gel hêz û rewabûna xwe ji mekanîzmeya pê hatiye hilbijartin û çi qasî nûnertiya civakê dike, digire. Meclisa Gel a Sûriyeyê ne bi rêbazên demokratîk hat hilbijartin. Endamên wê bi rêya komîteyên serokkomar çêkiribûn hatin tayînkirin û Ehmed El Şera jî 70 endamên wê tayîn kirin. Ji bo avakirina meclisê hilbijartin çênebûn. Tê pirsîn ev meclis çi qasî nûnertiya gelê Sûriyeyê dike?”

El Zewbaa rêbaza serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera ya hilbijartina endamên meclisa gel nirxand û got: “Gelekî balkêş û xerîb e ku serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera 70 endamên meclisê tayîn bike. Ev ne gaveke demokratîk e û nûnertiya gel nake. Tişta em dizanin divê hilbijartin bi rêya sindoqan û demokratîk çêbin.”

Ji bo berpirsyariya Meclisa Gel a qada çandî, leşkerî û aborî El Zewbaa wiha axivî: “Parlemanto dê gelekî zehmetî bibîne. Di dema sîstema partiya Baas de gelek qanûn derketin. Divê meclis van qanûnan di ber çavan re derbas bike û qanûnên nû derxe. ji bo pirsgirêka aborî jî ev meclis berpirsyar e. Rêjeya bêkarî û feqîriyê bilind bûye, gel nema dikare kel û pelan bikire, divê polîtîkaya aborî ya dewletê di ber çavan re derbas bike. Çavkaniyên aborî yên dewletê xurt bike û rewşa welatiyan baş bibe. Her wiha sîstema bacê rakin, ji ber ku bac barê welatiyan gelekî giran dike.”

Têkildarî nûnerên Kurd ên di Meclisa Gel a Sûriyeyê de El Zewbaa got: “Gelekî kêm in, bi taybet li herêma Cizîrê kêm in. Kesayetên Kurd ên xistine Meclisa Gel nûnertiya gelê Kurd nakin.”

Di dawiyê de Salih El Zewbaa got: “Di avakirina Meclisa Gel de gelek kêmasî hebûn. Lê divê meclis hikumetê kontrol bike û biryarnameyên xizmeta gel bikin, derxe. Bêyî ku cudahiyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyeyê divê nûnertiya wan bikin.”

(np)

ANHA