Koçberên Serêkaniyê vegereke ewle û birûmet dixwazin

Koçberên ji Serêkaniyê diyar kir ku vegera ewle ya li warê xwe bêyî qedandina dagirkeriya Tirk ne pêkan e. Koçberan bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku ji bo mîsogerkirina vegera ewle bikevin nava tevgerê.

Koçberên Serêkaniyê vegereke ewle û birûmet dixwazin
5 mijdar, 2025   03:45
HESEKÊ
EBDULXANÎ EL HAMAN

Şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê koçî Til Temirê kiriye, daxwaza vegera ewle ya li warê xwe kir û da zanîn ku heya dagirkerî hebe ew ê nekarin vegerin.

Koçberê bi navê Îbrahîm Îmamoglu li gundê Til Nesrî yê Til Temirê dimîne, anî ziman ku ew tiştek nepêkan naxwazin û got: "Em dixwazin bi silametî vegerin ser axa xwe. Lê Tirkên dagirker û çeteyên wê nahêlin û dest danîne ser mal û milkên me."

Îbrahîm Îmamoglu got ji bo vegera ewle pêk were divê destpêkê dagirker û çete ji herêmên wan werin derxistin û siyasetên koçberkirinê werin sekinandin û destnîşan kir ku divê garantiyên navneteweyî ku vegera wan a ewle û mafên wan ên qanûnî mîsoger bikin, werin mîsogerkirin.

Îbrahîm Îmamoglu îşaret pê kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê van kiryaran vedişêre û bi avakirina encumenên herêmî yên girêdayî Tirkiyeyê û dayîna kontrola çeteyan a li ser aliyên îdarî û ewlehî yên jiyanê li bajarê Serêkaniyê, rolek di veşartina binpêkirinên Tirkiyeyê de dilîze.

Koçbera bi navê Sena Ebûdî li wargeha koçberan a li Til Temirê dimîne, xwest bi garantiyên navneteweyî vegere warê xwe û got: "Em dixwazin vegerin malên xwe, ne girtîgeh û ne jî di bin rehma çekdaran de. Vegera rasteqîn divê ewle û bi çavdêriya navneteweyî û garantiya tevahiya mafên me be."

Senayê destnîşan kir ku malbatên hawirde li mala wê bi cih bûne û ev tişt anî ser ziman: "Dixwazim vegerim, lê malbatek hawirde di mala min de bi cih bûye, ma ez çawa vegerim di demekê de ku ew di mala min de ne. Li gel hebûna Tirkên dagirker û çeteyên wê kî garantiya ewle dide min û zarokên min. Heya dagirker hebin veger nîn e."

Koçberê bi navê Îzedîn Hisên ji gundê Dawudiyê yê Serêkaniyê diyar kir ku ew ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û desteserkirina milkan û ferzkirina nasnameyeke nû li ser herêma dagirkirî nikarin vegerin warê xwe.

Îzedîn Hisên destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çavê xwe li dagirkeriyê girtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi berdewama dagirkeriya Tirk û hebûna çeteyan vegera ewle ne pêkan e. Divê çavdêriyeke navneteweyî li ser vegerê hebe da ku yên vegerin neyên astengkirin û milkên wan neyên desteserkirin."

(bb)

ANHA