Ji bo pêşxistina binesaziyê proje û xebatên xizmetguzariyê li Reqayê

Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya plansaziya sala 2025’an de, bi armanca pêşxistina binezazî û xizmetguzariyê, dest bi pêkanîna pakêteke projeyên xizmetguzariyê kir.

Ji bo pêşxistina binesaziyê proje û xebatên xizmetguzariyê li Reqayê
Ji bo pêşxistina binesaziyê proje û xebatên xizmetguzariyê li Reqayê
Ji bo pêşxistina binesaziyê proje û xebatên xizmetguzariyê li Reqayê
Ji bo pêşxistina binesaziyê proje û xebatên xizmetguzariyê li Reqayê
Ji bo pêşxistina binesaziyê proje û xebatên xizmetguzariyê li Reqayê
1 gulan, 2025   07:35
REQA
MIZGÎN EL ELÎ

Şaredariyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî plansazî û bernameyên xebatên, projeyên xizmetguzariyê û hêsankirina karûbarên şêniyan pêk tîne. Li bajarê Reqayê Şaredariya Gel bi projeyan girîng hewl die binesaziya bajêr pêş bxe.

Di nav xebat û projeyan de kanalîzasyon, asfaltkirina rêyan, çêkirina peyarêkan û paqijiyê hene.

Şaredariya Gel, li taxa El Sika a bakurê bajêr dest bi projeya berfirehkirina toreyên nû yên kanalîzasyonê kir.

Di projeyên dê li gorî zêdebûna hijmara şêniyan û mezinbûna taxê torên nû yên qenalîzasyonê bêne çêkirin.

Rêveberê ofîsa plansaziyê endezyar Xelîl El Ibo diyar kir ku şaredariyê çar projeyên din ji bo pêşxistina toreyên kanalîzasyonê li taxên El Sebahiye, El Meşleb û Sûka nû pêşniyar kirine û dê di demeke nêzîk de dest bi pêkanîna wê bike.

Di vê çarçoveyê de, Şaredariya Gel amedekariya planeke berfireh dike ji bo sererastkirina rêyan û asfaltkirina rêyan li navenda bajêr û çend cadeyên sereke û yên taxan.

Derbarê xebatên ronîkirina bajêr de jî endezyar Xelîl El Ibo diyar kir ku şaredarî bi armanca parastina tora elektrîkê û başkirina ronîkirina kolanan li hemû tax û beşên bajêr dê hin pêdivî û alavên nû yên elektrîkê peyda bike.

Di derbarê paqijiyê de, şaredarî ji bo peydakirina alavên nû yên ji bo baştirkirina kargêriya karûbarên paqijkirinê, planek pejirandiye. Li gorî plane dê şaredarî şeş kompakterên çopê (çar mezin û du piçûk), hejmarek konteynerên çopê ku dê li seranserê taxên bajêr werin belavkirin, peyda bike.

Endezyar Xelîl El Ibo di dawiya axaftina xwe de tekezî kir ku Şaredariya Gel a Reqayê dê planên xwe yên xizmetguzariyê û pêşxistina binesaziyê pêk bîne, ev jî dê bandoreke erênî li jiyana şêniyan bike û bibe alîkar bo avakirina jîngeheke bajarî ya saxlem û domdar.

(k)

ANHA