Pompekirina avê ji stasyona Elûkê ji bo 24 demjimêran hate rawestandin

Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê û Paqijiyê li Hesekê ragihand ku pompekirina ava vexwarinê ji stasyona Elûkê ji bo 24 demjimêran hatiye rawestandin.

Pompekirina avê ji stasyona Elûkê ji bo 24 demjimêran hate rawestandin
20 mijdar, 2026   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyê diyar kir ku wan ji bo pêkanîna karên sererastkirinê yên teknîkî li stasyona El Hima pompekirina avê rawestandiye.

Li gorî saziyê, piştî ku karên serastkirinê bi dawî bibin û stasyon ji bo xebitandina ewle û aram amade bibe, dê av dîse were pompekirin.

(k)

ANHA