Şêx Alî: Konferansa yekrêzî sembol û gaveke dîrokî bû

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) Mihyedîn Şêx Alî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" bi dîrokî bi nav kir û got, "Ev konferans ji bo gihandina yekformê û yekkirina xîtaba tevgera siyasî ya Kurdî, nîqaşkirina Kurd li Sûriyeyê çi dixwazin û dikarin çi bikin, hat lidarxistin."

Şêx Alî: Konferansa yekrêzî sembol û gaveke dîrokî bû
1 gulan, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) Mihyedîn Şêx Alî li ser girîngiya lihevkirina tevgera siyasî ya Kurdî bi rêya "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ya ku 26' Nîsanêli Qamişloyê hatiye lidarxistin û bandora wê li ser pêşeroja Sûriyeyê, axivî.

Şêx Alî konferans bi dîrokî bi nav kir û got: "Konferans sembol û gaveke erênî bû û cara yekê ye di dîroka Sûriye û gelê Kurd de konferanseke wiha berfireh tê lidarxistin. Gelê Kurd bi giştî ev konferans pêşwaz kir."

Şêx Alî wiha domand: "Armanca lidarxistina konferansê; gihandina li yekformê û yekkirina xîtaba tevgera siyasî ya Kurdî, Kurd li Sûriyeyê çi dixwazin û dikarin çi bikin, bû.  Ev lihevkirin wê bikeve xizmetî yekitiya gelê Sûriyeyê, ji ber ku Sûriye Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din e, Sûriye îslam, xiristiyan û êzidî ye, Sûriye ya tevan e. Ji lew re ev lihevkirin pêwîstiyeke dîrokî ya girîng bû."

Şêx Alî di dewama axaftina xwe de got: "Lihevkirin, ji bo avakirina Sûriyeya nû, bêyî şovenîzm û kîndariya dijî gelê Kurd û pêkhateyên dîtir hat kirin. Em Sûriyeyeke nû dixwazin."

Her wiha Şêx Alî axivî: "Projeya xêzkirina vê lihevkirinê, ji hêla Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ve hat pêşniyarkirin û em bi erênî li peyamên alîgirî û piştgiriyê yên Masûd Barzanî û serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dinêrin. Her wiha spasiya her kesê piştgiriya me kiriye û beşdarî konferansê bûye, wek partiyên siyasî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê, dikin."

Şêx Alî bang li tevgera siyasî ya Kurdî kir ku rola xwe ji berê zêdetir bilîzin û xwedî li erkê xwe yê li hemberî parastina berjewendiyên gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî di destûra Sûriyeya pêşerojê de, derkevin.

Şêx Alî got: "Eger Kurd baş bin, wê demê Sûriye jî baş e. Eger Sûriye jî baş be wê demê Kurd jî baş bin."

Şêx Alî di dawiya axaftina xwe de girîngî da domandina xebatê û got: "Partiyên siyasî yên Kurdî deyndarên gelê xwe, şehîdên xwe, şehîdên QSD'ê û şehîdên azadiyê ne."

(mh/fr)

ANHA