‛Cejna Karkeran ji bo nûkirina soza dewamkirina têkoşînê firseteke dîrokî ye’

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulanê) daxuyaniyek da û diyar kir ku ev bone ji bo nûkirina soza dewamkirina têkoşînê ya ji bo edaleta civakî û rûmeta mirovahiyê firsteke dîrokî ye.

‛Cejna Karkeran ji bo nûkirina soza dewamkirina têkoşînê firseteke dîrokî ye’
30 nîsan, 2025   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê ye, bi vê boneyê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.

Konfedraliyê diyar kir ku ev bone ji bo nûkirina soza dewamkirina têkoşînê ya ji bo edaleta civakî û rûmeta mirovahiyê firseteke dîrokî ye.

Her wiha konfedraliyê pesna rola karker û kedkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got rumxî zehmetî û dorpêçê wan hêza xwe ya berxwedanê û avakirinê îsbat kir û di avakirina modeleke civakî ya nû ya li ser tevkarî û xwerêxistinkirinê de bûn alîkar.

Di dawiyê de konfedraliyê got divê mafên karkeran werin parastin û bingehên wan ên rêxistinî werin xurtkirin ku îstîqrar û edalet pêk bê, her wiha konfedraliyê banga pêkanîna nirxên xebata kolektîf û wekheviyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî kir, ku rûmeta tevahî pêkhateyan were parastin.

(fr)