Ji ber dorpêçê firinên Siwêdayê li ber rawestandinê ne

Li Siwêdayê ji ber kêmbûna ard û dorpêça komên çekdar, firina sereke ya bajêr li ber rawestandinê ye.

Ji ber dorpêçê firinên Siwêdayê li ber rawestandinê ne
28 tîrmeh, 2025   13:54
SIWÊDA

Çend roj e bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê li ber firina sereke ya bajêr kom dibin da ku nan bistînin. Firinên gundan û bajarokan jî ji ber nebûna ard rawestiyan. Komên çekdar nahêlin ard derbasî bajêr jî bibe, lewma niha ardê firina bajêr li ber xilasbûnê ye, ev jî dê êş azara xelkê zêde bike.

Rêveberê firina mezin a Siwêdayê Semah Nadir der barê mijarê de got: "Gelek şêniyên gundên rojavayê bajêr ji ber topbaranê reviyane û hatine bajêr. Her wiha ji ber ku ard li firinên din ên li gundan kêm bûye, lewma zexteke mezin li ser firina bajêr çêbûye.”

Nanê li firina mezin a bajêr tê çêkirin têra şêniyan nake. Li gorî agahiyan ardê di embaran de kêm dibe û li ber xilasbûnê ye.

Ji 13ˊê Tîrmehê ve, êrişên hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê êrişî Siwêdayê dike, hêzên leşkerî yên Durzî jî bersiva êrişan da. Li gorî SOHR’ê hejmara giştî ya kuştiyan li Siwêdayê gihaştiye hezar 448’an.

(k)