Çeteyan li Efrînê li ciwanekî xist û şeland

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê yê dagirkirî li ciwanekî xist û kel û pelên pê re jî bi darê zorê jê standin.

Çeteyan li Efrînê li ciwanekî xist û şeland
28 tîrmeh, 2025   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên bajarê Raco yê Efrînê ya dagirkirî ketin pêşiya ciwanê bi navê Nizar Mihemed Ehmed ku ji gundê Çaqmaqa Mezin e. Çeteyan li ciwan xist û tiştên pê re bi darê zorê jê standin.

Li gorî çavkaniyan Ehmed bi bisîklêtê diçû ser erdê xwe. Çeteyan rêya wî birî, lê xist û pere, telefon û bisîklêta wî bi darê zorê jê strandin.

Şêniyên Efrînê bi domdarî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî kiryarên revandin û talankirinê tên.

(k)