Dest danîn ser mala wî û kirin gova ajalan

Koçberekî ji gundewarên başûrê Serêkaniyê dema ku vegeriya gundê xwe, dît ku mala wî kirine gova pez û kesên dest daniye ser mala wî qebûl nekir ji malê derkevin.

Dest danîn ser mala wî û kirin gova ajalan
Dest danîn ser mala wî û kirin gova ajalan
Dest danîn ser mala wî û kirin gova ajalan
21 mijdar, 2026   08:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Zehmetiyên koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê, piştî ku vegeriyan gund û warên xwe jî bi dawî nebûn. Malên wan hatine wêrankirin û milkên wan jî nayên vegerandin.

Koçberê bi nave Ehmed El Elî, dema ku vegeriya mala xwe ya li gundê Um El Dibs ê li başûrê bajêr, rastî rewşeke xirab hat. Wî dît ku mala wî veguherandine gova sewalan, dîwarên wê yên hundir û derve hatine hilweşandin. Lê tevî wê jî niştecihên biyanî yên ku dest daniye ser malê, qebûl nekir mala wî vala bikin û lê vegerînin.

Li gorî dîmena ku hatiye kişandin, hundirê malê veguherandine gova ajalan, her wiha çend dîwarên hundir û derve jî hilweşiyane.

Tevî hilweşîn û xerabûna xanî jî, lê dema ku El Elî ji kesên biyanî xwest ji xaniyê wî derkevin, wan qebûl nekir û got ji xanî dernakevin.

(k)

ANHA