Îsraîlê li Qunetîrayê bendeke din danî

Hêzên Îsraîlê bi derbasbûna 3 erebeyên veguhastina leşkeran û 2 wesayîtên leşkerî li hundirê Quneytîrayê re, bendeke din danî. Ev bend piştî çend saetan ji danîna bendekê li gundewarê rojavayê herêmê hat danîn.

Îsraîlê li Qunetîrayê bendeke din danî
29 cotmeh, 2025   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îro dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 3 erebeyên veguhastina leşkeran û 2 wesayîtên leşkerî pêk tê, bendeke kontrolê li ser rêya di navbera bajarokên Semdaniya Şerqî û Ecrec ên li gundewarê Ewset ê Qunetîrayê danî.

Ev bend, piştî çend saetan ji ketina hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ya ji 5 alaên leşkerî pêk dihat, li nava bajarokê Bîir Eceb ê rojavayê Qunetîrayê hat danîn.

(fr)