Qeter: Em zextê li Hemasê dikin ku çekên xwe deyne

Serokwezîrê Qeterê got welatê wî zextê li Tevgera Hemasê dike ku bi çekdanînê îtîraf bike.

Qeter: Em zextê li Hemasê dikin ku çekên xwe deyne
29 cotmeh, 2025   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî (Duyem) diyar kir ku welatê wî hewl dide Tevgera Hemasê îqna bike çekê deyne û got diyar e tevger amade ye dev ji desthildariya Xezayê berde.

Al Sanî da zanîn ku êrişa li dijî leşkerên Îsraîlê binpêkirina agirbestê ye û welatê wî ji ber bûyerên dawîn ên li Xezayê dilgiraniya xwe anî ziman.

Di serdana xwe ya bo New Yorkê de Al Sanî anî ziman ku "Bi texmîna min heta bi hebûna binpêkirinan jî wê agirbest bidome û her du alî pabendî agirbestê ne.

Li aliyekî din jî wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, "Parêziya serkirdeyên Hemasê nîn e" û diyar kir ku artêş dê hedefgirtina endamên Hemasê dewam bike û bersivek bihêz li dijî her binpêkirinekê bide. Di heman deme de Tevgera Hemasê got tu têkiliya wê bi pevçûnên dawîn ên li Refehê re tüne ne û ew pabendî agirbestê ye.

(fr)