Nêrîn û dîtina pêkhateyan li Festîvala Çanda Netewa Demokratîk

Li Festîvala Çanda Netewa Demokratîk pirrengiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen derkete pêş. Pêkhateyan destnîşan kir ku divê çand were parastin, bi festîvalan têkilî û hevgirtina wan xurttir dibe û gotin “Li ser çanda netewa demokratîk em spasiya Rêber Abdullah Ocalan dikin”

Nêrîn û dîtina pêkhateyan li Festîvala Çanda Netewa Demokratîk
30 cotmeh, 2025   08:00

Beşdarên 2`emîn Festîvala Çanda Netewa Demokratîk a ku duh (29`ê Cotmehê) bi dirûşma “Bi Pirrengiya Çandên me, Em ê Sûriyeyeke Demokratîk Ava Bikin” li Girê Moza (Orkêş) a girêdayî bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi destekdayîna saziyên din ên li herêmê hate lidarixistin, dîtina xwe ya ji bo festîvalê bi me re parve kirin.

Ji pêkhateya Kurd dayika ku bi navê Keça Kurdan (Hizniya Osman) a ji bajarokê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê tê naskirin tev li festîvalê bûbû dibêje ku ew bi tevlêbûnê xwestiye çanda Kurdî bide pêşandan û got: “Çand bi hebûnê ve girêdayî ye û divê bê parastin.”

Pêkhateya Ereb jî Mûna Xilêwî ya ji bajarê Til Hemîs dibêje ku girîngiya Festîvalê ji bo wan wekî pêkhateya Ereb gelek heye û got: “Destpêkê em spasiya Rêber Abdullah Ocalan dikin li ser fikra ku daye me. Wê fikrê hiştiye ku em di nava projeya neteweya demokratîk de bi awayeke hevgirtî li hev kom bibin.”

Ji pêkhateya Suryan jî Rûba El Fireyhat a ji bajarê Qamişloyê dibêje ku ji ber baweriya wan bi çanda neteweya demokratîk tê ew tev li festîvalê bûne, pirrengiya çandî ne cudakirin e, berovajê wê zengînkirin e û got: “Her parçeyek ji kevneşopiyê, çîrokên Suryan-Asûr vedibêje û em dibînin ku çand û dîrok ne ji bo demên borî ne, ji bo dema niha jî divê bên jiyîn.”

Ji pêkhateya Ermen Yerûb Debûl jî yê ji bajarê Hesekê dibêje ku ew cara yekemîn tev li festîvaleke pêkhateyan dibe, ew kêfxweş in ku çand û kevneşopiya hev û du nas dikin û wiha anî ziman: “Têkiliya gelan xurttir dibe û dibin yekdest.”

(sb/fr)

ANHA