Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarên Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 8 kesan jiyana xwe ji dest da
31 tebax, 2026   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Feyda Bin Miwêni ya gundewarên Dêrazorê mayînek teqiya.

Li gorî SOHR‘ê di encama teqînê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bû.

(bb)