Îsraîl ketina li gundewarê Quneytirayê didomîne

Artêşa Îsraîlê di navbera bajarokên Bêt Tîma, Keleha Cendel û Beqhesim ên bakurê Quneytirayê de rêbendeke kontrolê danî. Di heman demê de derbasî herêma Tilûl Humir a di navbera bajarokên Bêt Cin û Heder de, bû.

Îsraîl ketina li gundewarê Quneytirayê didomîne
1 gulan, 2025   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê di navbera bajarokên Bêt Tîma, Keleha Cendel û Beqhesim de, rêbenda kontrolê ya ku ji çend wesayîtên leşkerî û wesayîteke zirxî pêk tên, danî.

Li bajarokê Heder jî wesayîtên Îsraîlê hemû rêyên derdora bajarok ji bilî rêyeke tenê, girtin.

Hemwextî wê, artêşa Îsraîlê derbasî herêma Tilûl El Humir a di navbera bajarokên Bêt Cin û Heder de, bû, lê tu agahiyên ser rûbirûbûnê yan jî pevçûnan nehatin parvekirin.

Di 28'ê Nîsana borî de 4 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê tev leşkeran di rêya Huriye û rêya Kesarat re derbasî Cubata El Xeşeb bûn.

(mh/fr)