‛Bi têkoşîna Rêber Apo û keda karkeran em gihîştin vê rojê’

Bi boneya 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê, TEV-DEM’ê û Yekitiya Karkeran a bajarê Hesekê organîze kir, di pîrozbahiyê de hat gotin, "Bi têkoşîna Rêber Apo û keda karkeran em gihîştin vê rojê."

1 gulan, 2025   20:46
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Yekitiya Karkeran a bajarê Hesekê, bi boneya 1'ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê, li bajarê Hesekê, bi dirûşma "Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1'ê Gulanê pîroz bikin"  pîrozbahiyek organîze kir.

Pîrozbahî, bi beşdariya endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanên şoreşger û şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Til Birak û Şedadê, li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, endama TEV-DEM'ê Remziye Mihemed axivî.

Remziye Mihemed di serî de 1'ê Gulanê li Rêber Apo, şervanên QSD, YPG û YPJ'ê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Remziye Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ya 50 salî û destnîşan kir ku di oxira azadkirina gelan de bê rawestan li ber xwe daye.

Remziye di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna hêzên QSD, YPG û YPJ'ê, û diyar kir ku ji bo parastina xaka xwe keda herî mezin didin.

Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Mihemed El Berak jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi saya karker û kedkaran gihîştine van rojan û destnîşan kir ku demokrasiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya karkerên têkoşer hatiye avakirin.

Piştî axaftinan komîteyên Yekitiya Karkeran ên bajarê Hesekê, Til temir, Dirbêsiyê, Hol û Şedadê, ji aliyê Yekitîya Karkeran a Kantona Cizîrê ve hatin xelatkirin.

Hunermend Taleb El Nihar, Koma Stêrkên Hîlal, hunermend Goro Ermenî, hunermend Hojîn Hêriz, hunermend Zîlan Dirbêsiyê û hunermend Mihemed Kesar li ser dikê cihê xwe girtin û stranên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê heya derengiyê şevê berdewam kir.

(bm-bh/fr)

ANHA