Ji ber bahoza xurt elektrîk li Cizîrê qut bû

Ji ber bahoza tozê ya xurt 3 burcên elektrîkê li kantona Cizîrê ketin xwarê û stasyonên elektrîkê yên kantonê ji xizmetê derketin.

Ji ber bahoza xurt elektrîk li Cizîrê qut bû
1 gulan, 2025   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpela xwe ya fermî parve kir ku elektrîk ji ser xeta şeşemîn a veguhastina elektrîkê û dide stasyonên elektrîkê yên kantonê qut bûye.

Li gorî malperê, bahoza tozê ya xurt ku vê dawiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet bajarê Hesekê û gundewarê wê belav bû, ziyaneke mezin gihandiye jêrxaneya elektrîkê li kantona Cizîrê. Bandora wê ya rasterast bû sedema qutbûna elektrîkê li ser xeta şeşemîn, ku kehrebê dide stasyonên elektrîkê yên li kantonê.

Yekser piştî bûyerê, tîmên teknîkî yên pispor û atolye ber bi cihê bûyerê ve çûne ku sedemên teknîkî yên li pişt qutbûnê lêkolîn bikin. Piştî kontrolê hat diyarkirin ku sedema wê hilweşîna sê burcên veguheztina elektrîkê ye ku bi qasî 25 kîlometran li rojavayê bajarê Hesekê ne. Ev yek jî ji bo bayê xurt û bahoza tozê pêk hatiye.

Di encamê de, hemû stasyonên elektrîkê li kantonê ji kar rawestiyan, ji ber ku ew bi temamî girêdayî elektrîka ku ji aliyê Bendava Firatê (Bendava Tebqa) ve dihat dabînkirin.

Ev dabîn ji berê de bisînor e, ji ber ku armanc ew bû ku tenê xetên xizmetê yên girîng wek nexweşxane, stasyonên avê, û hin dezgehên giştî bigire, ji ber kêmbûna asta avê di bendavê de, ku bûye sedema kêmbûnek berbiçav di hilberîna elektrîkê de.

(fr)