Îsraîl ji bo başûrê Lubnanê bi DYA‘yê re di nava dan û standinan de ye

Îsraîlê ji bo hêzên xwe li başûrê Lubnanê bihêle dan û standinan bi DYA‘yê re dike û bi israr ku hêzên wê li başûrê çemê Lîtaniyê belav bibe.

Îsraîl ji bo başûrê Lubnanê bi DYA‘yê re di nava dan û standinan de ye
18 hezîran, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

2 rayedarên Îsraîlê an ku piştî îmzekirina peymana DYA-Îranê,  îro ji ajansa Reutersê re got, Îsraîl der barê berdewamiya bicihkirina hêzên xwe li başûrê Lubnanê de bi DYA‘yê re di hevdîtinan de ye.

Li gorî agahiyên ku rayedarekî nêzî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Tel Avivê ji hebûna xwe ya leşkerî li herêma başûrê Çemê Lîtanî biparêze, bi rêveberiya Amerîkayê re di nav dan û standinên dijwar de ye. Rayedar diyar kir ku Îsraîl dê ji vê daxwazê ​​paşve gav neavêje û got: "Berdewamiya belavbûna leşkerî ya Îsraîlê beşek ji tedbîrên ewlehiyê ye ku Tel Aviv ji bo pêşîgirtina li vegera çalakiyên Hizbullahê li nêzîkî sînorê bakur pêwîst dibîne. "

Rayedarekî din ê Îsraîlê destnîşan kir ku encama van dan û standinan dê bi giranî bi helwesta Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, asta pabendbûna wî bi şertên peymana demkî ya bi Îranê re girêdayî ye.

Ev pêşketin di wextê de pêk hat ku Îsraîlê operasyonên xwe li başûrê Lubnanê didomîne û nîqaşên li ser siberoja hebûna wê ya leşkerî li herêma "Tempon" ya li ser sînorê bakur zêde dibin.

(bb)