Komîteya dayîna nasnameyan dê hevdîtinan bike

Komîteyên şopandina dosyaya Kurdên neqeydkirî amadekariyan dikin ku derbasî qonaxa duyemîn a bicihanîna Biryarnameya 13’an bibin. Komîte dê hevdîtinê bi kes û malbatên Kurd re bike ku ji bo wergirtina mafê hemwelatîbûnê xwe qeyd kiriye.

Komîteya dayîna nasnameyan dê hevdîtinan bike
18 hezîran, 2026   13:34
QAMIŞLO

Çavkaniyeke ji komîteye pêşwazîkirina daxwaznameyên wergirtina mafê hemwelatîbûnê, agahî dan ajansa me ku komîteyên çavdêriya navendên qeydkirina daxwaznameyên mafê hemwelatîbûnê yê Kurdên bênasname, dê îro bicive da ku mekanîzmaya qonaxa duyemîn a xebatê nîqaş bike. 

Heman çavkanî diyar kir ku di vê qonaxê de dê hevdîtinan li gel kes û malbatên Kurd ên ji bo bidestxistina mafê hemwelatîbûnê navên xwe tomar kirine, pêk bînin.

Li gorî çavkaniyê, di qonaxa bê de dê dema hevdîtinên bi Kurdên li hundir û derveyî welat ên ji bo bidestxistina nasnameyê navên xwe tomar kirine re, were diyarkirin. Her wiha îşaret pê kir ku hevdîtin dê li navendên bajarên Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê bên kirin û belgeyên kesane werin piştrastkirin û qeydên sivîl werin tomarkirin, mohr werin girtin û prosedurên qanûnî yên ji bo dayîna hemwelatîbûnê werin temamkirin.

وكانت

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê 16`ê Çileya îsal Biryarnameya 13’an derxistibû. Di biryarnameyê de mafê welatîbûnê ji bo Kurdên ku biyanî hat naskirin. Di çarçoveya bicihanîna biryarnameyê de pêvajoya pêşwazîkirina daxwaznameyên wergirtina mafê hemwelatîbûnê yê Kurdên li Sûriyeyê, 6‘ê Nîsana îsal (2026) dest pê kiribû û 6‘ê Gulanê bi dawî bûbû. Piştre hefteyeke din hat dirêjkirin.

Têkildarî mijarê, Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê 23‘yê Gulana îsal agahî li ser malpera xwe parve kiribûn. Hatibû diyarkirin komîteyên ku serlêdanên welatîbûnê ji welatiyên Kurd ên "mektûm" (bênasname) werdigirin, 2 hezar û 892 serlêdanên malbatî anku 10 hezar 516 kes pêşwazî kirine.

Li gorî wezaretê, li parêzgeha Hesekê 2 hezar û 772 daxwazname, li Helebê 75 û li Şamê jî 32 daxwazname hatine wergirtin. Daxwaznameyên din di navbera parêzgehan Reqa û Dêrazorê de hatine belavkirin.

5`ê Cotmeha sala 1962`yan ji bo parêzgeha Hesekê tenê rojek diyar kiribûn da ku welatiyên Kurd xwe qeyd bikin. Ji ber vê yekê gelek welatiyên Kurd nikarîbû xwe qeyd bikin û welatiyên Sûriyeyê nebûn. Li gorî belgeyan hejmara kesên ku xwe qeyd nekiribû, 500 hezarî derbas dike.

(bb)