Zarokek di bendava Çilaxayê de xeniqî

Zarokekî 17 salî dema di bendava Çilaxayê de avjenî dikir, xeniqî. Tîmên Parastina Sivîl cenaze ji bendavê derxist.

Zarokek di bendava Çilaxayê de xeniqî
Zarokek di bendava Çilaxayê de xeniqî
Zarokek di bendava Çilaxayê de xeniqî
18 hezîran, 2026   14:02
QAMIŞLO

Basil Xelef El Ewad (17) ji gundê Şebek Xumer ê rojavayê bajarê Çilaxayê ye, dema bi hevalên xwe re avjenî di bendava Çilaxayê de dikir xeniqnî.

Piştî belavbûna agahiyê, Tîmên Parastina Sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Çilaxa berê xwe dane bendavê û bi desteka şêniyan dest bi lêgerînê kir.

Ji bo nebûna noqvanên pispor li Çilaxayê, destek ji Tîmên Parastina Sivîl a bajarê Qamişloyê hat xwestin. Li ser vê yekê tîma ji Qamişloyê beşdarî xebatê lêgerînê bû û cenazeyê Basil ji bendavê hat derxistin.

(bb)

ANHA