Hûsiyan gefa êrişkirina beravên Siûdiyê yên li Deryaya Sor xwar

Koma El Hûsî gefa pêkanîna êrişan li dijî beravên Siûdiyê yên li ser Deryaya Sor xwar û hişyarî da şîrketên balafiran ku asîmanê Siûdiyê bi kar neynin.

 Hûsiyan gefa êrişkirina beravên Siûdiyê yên li Deryaya Sor xwar
20 mijdar, 2026   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma El Hûsî ya Yemenê gef xwar ku ger hêzên kaolîsyonê yên bi serkêşiya Siûdiyê êriş li dijî berava Hudeyde ya Yemenê pêk bînin ew ê êrişî beravên Siûdiyê yên li ser Deryaya Sor bikin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serîî daxuyand ku “ger dijmin gefên xwe yên êrişkirina berava Hudeyde pêk anîn hêzên çekdar radigihînin ku beravên Cede û tevahî beravên Siûdiyê yên li beravên Deryaya Sor wê bibin armancên hêzan. Em welatî û karkerên li wir dixebitin û yên nêzî wir in hişyar dikin ku demildest vala bikin û ji wir bi dûr bikevin û bang li tevahî şîrketên deryayî dikin ku keştiyên xwe li wan beravan yekser vala bikin.”

Koalîsyona ku bi serkêşiya Siûdiyê ye bang li sivîlan kiribû ku deverên derdora berava Hudeyde ya li ser Deryaya Sor vala bikin.

Êrişên di navbera koalîsyona ku piştgiriyê dide hikumeta Yemenê û Hûsiyan de zêde bûn.

Di heman demê de Hûsiyan hişyarî da şîrketên balafiran ku asîmanê Siûdiyê bi kar neynin û wê di saetên bê de ji bo êrişan were bikaranîn.

(f)