Îsraîl: Dê deriyê Rehefê ji bo kesan vebe, ne ji bo alîkariyan

Îsraîl dê bi hevkariya Misrê deriyê sînorî yê Refehê tenê ji bo derbasbûna mirovan veke. Hemwextî wê bangên navneteweyî yên ji bo vekirina derî li ber alîkariyên mirovî û derbaskirina wan ber bi Xezayê ve, zêde bûne.

Îsraîl: Dê deriyê Rehefê ji bo kesan vebe, ne ji bo alîkariyan
16 cotmeh, 2025   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê ragihand ku ew ji bo vekirina deriyê sînorî yê Refehê ji bo mirovan, ne ji bo alîkariyan, bi Misrê re di hevkariyê de ye.

Nivîsgeha Desteya Koordîneya Karên Hikumetê diyar kir ku Îsraîlê nahêle alîkarî di deriyê Refeh re derbas bibe, lê derbasbûna alîkariyên mirovî di deriyên dîtir re didomin.

Nivîsgehê diyar kir ku sedema girtina derî derengmayîna Hemasê di radestkirina cenazeyan de ye.

Li gorî nivîsgehê, wê dema vekirina derî di demekê din de bê ragihandin.

Her wiha, nivîsgehê diyar kir ku dema vekirina derî dê di dema bê de were aşkerekirin.

Girêdayî wê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mirovî  gelek caran banga vekirina deriyê Refehê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî kir.

(mh/fr)