Helbestvan û akademisyen Adonîs tev li kampanyaya azadiya Rêber Apo bû

Helbestvan, rexnegir, akademisyen û ramyar Adonîs tev li platforma kampanyaya milyonî kesî bû û got, pêwîstî bi bicihanîna ˊmafê hêviyê" heye. Adonîs girêdana xwe bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan a bi daxwaza aştî, jiyana hevbeş û rêzgirtina pirrengiyê di navbera gelan de nîşan da.

Helbestvan û akademisyen Adonîs tev li kampanyaya azadiya Rêber Apo bû
16 cotmeh, 2025   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê îro, ragihand ku helbestvan, rexnegir, akademisyen û ramyar Elî Ehmed Seîd "Adonîs" bi peyamekê tev li platforma kampanyaya milyon kesî, ya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bû.

Helbestvan û akademisyen Adonîs di peyama xwe de wiha nivîsî.

"Banga ji bo azadî û aştiyê

Di cîhanekê de tije alozî de, mirov hîn jî doza yekemîn e. Azadiya ramanê, rûmeta mirovan, mafên gelan a jiyana aştiyane ne slogan in, lê bingeha her siberojeke adilane ye. Em îro, weke dengên çandî û fikrî yên bi aştiyê bawer in, banga xwe ji bo azadiya rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan bilind dikin, ne tenê weke semboleke siyasî, lê belê weke mirovekî ku vîzyona bi banga jiyana hevbeş, wekhevî û rêzgirtina pirrengiyê di navbera gelan de hildigire, ye.

Azadî ne minetek ji kesekî ye, lê mafek xwezayî ye ji bo her mirovî ye. Tiştê ku îro ramyar Ocalan daxwaz dike, mafê hêviyê ye, mafê baweriyê bi îhtîmala guhertinê bi rêya ramanê ye, ne bi tundiyê; lê bi rêya diyalogê ye, ne bi dûrxistinê ye.

Raman nayê girtin, ji ber raman dikarin her tim dîwaran derbas bikin. Dema ku em daxwaza azadiya wî dikin, em daxwaza azadiyê axaftinê û cihekî berfirehtir ji bo têgihîştina mirovan jî dixwazin. Em bawer dikin ku rêya aştiyê bi naskirina hevbeş û guhdarîkirina kûr ên din dest pê dike, û dema gel bawer dikin ku edaletê bingeha aştiyê ye wê çaxê dikarin siberojeke nû ava bikin.

Doza rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan ne tenê mijarek siyasî ye, lê belê dozeke mirovî ye ji bo rûmet, raman û edaletê ye. Ji girtîgeha xwe, Ocalan vîzyonek pêşkêş kir ku banga jiyana hevbeş û wekheviyê, û veguherandina êşê bo asoyek nû ji bo mirovahiyê dike.

Em van daxwazin dikin:

1-Daxwaza tavilê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

2-Bang li her kesî dikin ku tev li kampanyayên navneteweyî yên daxwaza azadiya wî bibin û piştgiriya fikra aştiyê bikin.

3-Daxwaza bicihanîn û lezkirina "mafê hêviyê" wekî mafekî mirovan ji bo hemû kesên ku ji bo jiyan û rûmetê tê dikoşin, dikin.

Azadî ne slogan e, lê kirarekî baweriya bi mirovahiyê ye. Hêvî ne qelsî ye, lê hêza kesên ku bawer dikin ku edalet mimkun e û gel biryara mafê hêviyê didin."

(fr)