HPG: Mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hiştin

HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”

HPG: Mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hiştin
5 cotmeh, 2025   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê şehîdan ev tişt diyar kirin:

“Hevrêyên me Demhat Feraşîn, Cesur Spîndarok, Kendal Aras û Jîrwan Mahabad 17’ê Kanûna 2018’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan dikin ku em ê bibin şopdarê xeta şehîdan.

Partiya me PKK’ê xaka mirî ya li ser gelê Kurd hatî rijandin, rakir û li dijî polîtîkayên îmha û înkarê têkoşîneke bêhempa meşand. Hevrêyên me Demhat, Cesur, Kendal û Jîrwan ji vê têkoşînê bandor bûn û her kêliya xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Bi hevrêtiyên xwe dilnizm, fedakar, kedkar û dirûst li her qadê bandorên kûr hiştin. Ji bo pêdiviyên jiyana şoreşgerî bêteredut bi cih bînin, hewldanek bêhempa raber kir. Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin. Bîranînên pir bi qîmet ku ji me re çavkaniya hêz û moralê ne û wezîfeyên şoreşgerî yên ku divê teqez bên serxistin, ji me re hiştin. Em ê timî bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bidin jiyîn.

Li ser vê esasê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyên me Demhat, Cesur, Kendal û Jîrwan dewrî me kirine, bi serketinê bilind bikin. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Demhat Feraşîn

Nav û Paşnav: Ûgûr Daniş

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Fatma – Hacî

Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Nasnav: Cesur Spîndarok

Nav û Paşnav: Vedat Acar

Cihê Jidayikbûnê: Edene

Navê Dayik – Bav: Emîne – Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Nasnav: Kendal Aras

Nav û Paşnav: Cenap Hopîkoglû

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik – Bav: Bedriye – Hacî

Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Nasnav: Jîrwan Mahabad

Nav û Paşnav: Muawiye Kawa

Cihê Jidayikbûnê: Hewlêr

Navê Dayik – Bav: Ronak – Kaka

Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê