Hikumeta veguhêz senaryoya rêjima berê li Helebê dubare dike

Bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nahêlin mazot û hin madeyên din ên bingehîn derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin, şêniyan tengezar dikin. Bi vê yekê bendên 3 û 8 ên rêkeftina Helebê bin pê dikin.

Hikumeta veguhêz senaryoya rêjima berê li Helebê dubare dike
18 tebax, 2025   19:00
HELEB

Bû hefteyek bendên kontrolê yên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bendên 3 û 8 ên lihevkirina Helebê binpê dikin ku tevgera çûn û hatina şêniyan di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û taxên din de asteng dikin û nahêlin madeyên bingehîn derbasî her tu taxan bibin. 

Li gorî benda 8 a lihevkirinê, her kesê destê wan di rijandina xwîna sûriyeyiyan de beriya lihevkirinê tune be, dikare serbest ji taxê here û were. Li gorî benda 3 jî, Wezareta Hundirîn bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundiîn berpirsên parastina niştecihên her du taxan in û rê li pêşiya êrişên li ser her du taxan digirin.

Lê bendên hikumeta veguhêz, tevgera niştecihên her du taxan di nava bajêr de û di navbera Heleb û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de asteng dikin. Ji ber wê, ev hefteyeke madeyên bingehîn, mazot û kelûpelên din derbasî her du taxan nabin. Ev helwesta hêzên hikumeta veguhêz, senaryoya hêzên rejîma berê vedijîne.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku hemwextî wê, tevgerên endamên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dora her du taxan zêdetir bûne. Nêzî 2 hefte ne, dron li ser her du taxan difirînin.

(şx)  

ANHA