Şêniyên Hesekê daxwaza başkirina xizmetan kir, şaredariyê soz da

Şêniyên taxên Salihiyê û Ezîziyê ji ber kêmbûna xizmetgên bingehîn gazincan dikin. Şaredariya Gel soza çareseriyê da.

Şêniyên Hesekê daxwaza başkirina xizmetan kir, şaredariyê soz da
Şêniyên Hesekê daxwaza başkirina xizmetan kir, şaredariyê soz da
Şêniyên Hesekê daxwaza başkirina xizmetan kir, şaredariyê soz da
Şêniyên Hesekê daxwaza başkirina xizmetan kir, şaredariyê soz da
Şêniyên Hesekê daxwaza başkirina xizmetan kir, şaredariyê soz da
19 tebax, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Niştecihên taxên Ezîziyê û Salihiyê yên nêzî kolana Hibûb ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê ji ber kêmbûna xizmetên bingehîn bi gazinc in. Piştî ku xetên kanalîzasyonê hatin veherandin, rê, naverê û çerxerê nehatin sererastkirin. Ev jî bû sedema pirsgirêk û gazincên şêniyan.

Der bar mijarê de şêniyê bi navê Xalid Qureyîş got: "Ev çend sal e li taxên me xizmet kêm in. Bi taybetî piştî ku xetên kanalîzasyonê hatin sererastkirin, rê nehatin qîrkirin. Dîsa jî  rêyên sereke û yên şaxê, naverê û çerxerê nehatin veherandin."

Xalid Qureyîş xwest ku mîna kolanên din li taxa wan jî rê, çerxerê û naverê werin veherandin û qîrkirin  û dar werin çandin.

Xalid Qureyîş anî ziman ku şêniyên taxê amade ne bi şaredariyê re tevkariyê bikin û milkên giştî ji hewldanên texrîbkirinê biparêzin.

Şêniyên bi navê Mehmûd Îsa jî îşaret pê kir ku di aliyê pêşkêşkirina xizmetan de ji aliyê şaredariyê ve kêmahî û pirsgirêk hene û got, li sûka sebzeyan a nêzî wan çop kom dibe.

Mehmûd Îsa got, şêniyên taxê ku ji ber kêmbûna qîrkirina rêyan û pirsgirêkên kanalîzasyonê zehmetiyan dikişînin, dixwazin kolan werin veherandin, paqijkirin û ronîkirin.

Hevserokê Daîreya Kar û Barên Fenî Fadil Ehmed diyaar kir ku rexneyên şêniyan di cih de ne û soza bicihanîna daxwazên wan da.

Ehmed der barê projeyên îsal ên şaredariyê de axivî û wiha got: "Di plansaziya me ya îsal (2025) de projeyên me yên veberhênanê ji bo taxa Ezîziyê hebûn. Li taxên din ên bajar xebat berdewam dikin. Projeyên di pansaziyê de dê dawiya vê mehê bi dawî bibin. Piştî ku rojeyên veberhênan bi dawî bibin, em ê derbasî taxan bibin da ku li gorî derfetên di dest me de dest bi projeyên xizmetguzariyê yên wekî kanalîzasyon, qîrkirina rêyan, veherandina rêgaran, naverê, çerxerêyan û ronîkirina kolanan bikin."

Fadil Ehmed anî ziman ku ew ê li nava taxan bigerin da ku proje û xebatên pêşîn diyar bikin û wiha got: "Kolana Hibûb a ku welatî behsa wê dikin dê di nava projeyên me yên xizmetguzariyê de bin. Em ê li gorî derfetên şaredariyê hewl bidin kolanan ji nû ve sererast bikin."

Fadil Ehmed di dewama axaftina xwe de ev peyam da" Şaredarî di xizmeta gel de ye. Em li gorî derfetên xwe amade ne tevahî daxwazên şêniyan pêşwazî bikin. Wê gerên me li taxa Ezîziyê û taxên wan şêniyên ku giliyên xwe pêşkêşî şaredariyê kirine, hebin. Em ê daxwazên wan bi cih bînin."

Fadil Ehmed di dawiya axaftina de ji şêniyan xwest bi şaredariyê re alîkar bin, milkên giştî yên ku dê werin sererastkirin biparêzin.

(bb)

ANHA