‘Beşdarbûna jinan misogeriya bingehîn a avakirina Sûriyeya demokratîk e’

Berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re Meryem Îbrahîm diyar kir ku beşdarbûna jinan mîsogeriya avakirina Sûriyeya demokratîk e.

‘Beşdarbûna jinan misogeriya bingehîn a avakirina Sûriyeya demokratîk e’
19 tebax, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re Meryem Îbrahîm rola jinan a di Rêveberiya Xweser de bi bîr xist û got jin îro bi israr kar dikin ku şirîkên sereke yên avakirina siberoja Sûriyeya demokratîk bin. Her wiha da zanîn ku dûrxistina jinan ji xebatên çareseriyê tê wateya têkçûyîna proseya siyasî.

Meryem Îbrahîm salên destpêkê yên damezirandina Rêveberiya Xweser bi bîr xistin û got ji destpêkê ve jinan roleke sereke û çalak di hemû qadên rêveberiyê de girtiye û ev tişt anî ziman: “Beşdariya jinan gihaştiya asta jin bûne aliyekî sereke di nîqaş û nirxandina siberoja pêkhateyên tevahî Sûriyeyê. Hûn dibînin çawa jin di şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standinên bi desthilata Şamê de cih digirin. Ev gav li ser esasê pêşxistina rêgeza wekhevî û pêşxistina rola jinan e.”

Meryem Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna sîstemeke ne navendî tê dikoşe û wiha dom kir: “Sîstema nenavendî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina xwe nîşan da. Di salên derbasbûyî de aramî pêk anî. Hevgirtin kolektîf di nava pêkhateyan de misoger kir. Zemîna misogeriya civaka temam dûrî nîjadperestî û ciyawaziyan.”

Meryem wiha pê de çû: “Beriya herêm ji rêjîma Baas û DAIŞ’ê were rizgarkirin jin rastî gelek zulim û zordariyê dihatin. Lê jinan bi tekoşîna demdirêj û xebata bi israr karîbû wan zehmetiyan derbas bike. Îro jî hebûna xwe di hemû qadên jiyanê de isbat kiriye. Sîsteyên baviksalar di herêm û cîhanê de van rastiyan û pêşengtiya rola jinan qebûl nakin. Gelek hewldanên têkbirinê wê meşandin û hîn jî dimeşîn in.”

Meryem Îbrahîm rola Rêveberiya Xweser û pêkanîna sîstema hevserokatiyê di pêşxistina rola jinan de anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan zehmetiyên heyî derbas kirin. Cihê xwe di avakirina sîstema nû de digrin.”

Meryem Îbrahîm têkidarî dan û standinên wan ên bi desthilata Şamê re ev agahî parve kir: “Di avakirina Sûriyeya nû denîqaşa mîsogeriya parastina mafê kêmnetewan, pêkanîna rola jinan û beşdariya wê bi rêjeya ji sedî 50 di destûra nû de, mjarên sereke yên nîqaşan in. Gerek mîna tişta di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de heye, li tevahî Sûriyeyê pêkwere. Heke mafê jinan di destûrê de cih negire, wê tu encam ji şoreşa wan re tune be.”

Meryem Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got dûrxistina jinan û nebûna nûnerên wan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de berdewama zîhniyeta sîstema baviksalar nîşan dide û got: “Beşdariya adil a jinan di çareseriya nû de, rê li ber çareseriyan vedike. Em dixwazin li tevahî Sûriyeyê sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibe.”

(dc)

ANHA