Li Reqayê têkildarî "Nêrîna ol di avakirina Sûriyeyeke piretnîkî û pirmezhebî de" panel

Beşdarên panela "Nêrîna ol di avakirina Sûriyeyeke piretnîkî û pirmezhebî de" diyar kir ku pransîbên îslama demokratîk dikare nêrîna cihêrengiyê ji neyîniyê vguherîne erêniyê ku cîhaneke baştir bê avakirin.

12 nîsan, 2025   21:56
REQA

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çandê û Şûnwaran a Kantona Reqa û Zanîngeha Şerq, bi navê "Nêrîna olê di avakirina Sûriyeyeke piretnîkî û pirmezhebî de" panelek li hola Zanîngeha Şerq a Reqayê li dar xist.

Di panelê de rewşenbîr, wêjevan, oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwendekarên Zanîngeha Şerq, endamên saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê, PYD’ê ya Reqayê, nûnerên Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Di panelê de mamosteya Zanîngeha Şerq Newroz Muslim li ser pêşketina rol û cihê jinê di dirêjahiya dîrokî de axivî. Newroz behsa rol û pêşengiya jinan ji civakên çandiniyê heta bi şaristaniyên Misir, Roma û cîhana îslamî û heta bi serdema nûjen kir.

Newroz her wiha behsa astengiyên berdewam ên ku hîna di hin civakan de li pêş jinan derdikevin kir û diyar kir ku divê rewşa jinên misliman a îro bê naskirin û ew li gorî ayetên olî bê nirxandin û şîroveyên ku rola wê kêm dikin bên rexnekirin.

Li aliyekî din jî hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Evîn El Hecî axivî û got: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkên pêşengiyê hilgirtiye ser milên xwe û beşdariya wê di demokrasî û wekheviyê de ya bingehîn e. Lê hin daxuyaniyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên der barê rola jinan de cihê fikaran in."

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên kantona Reqayê Ewas Elî bi sernavê "Reseniya pirengî û piraliya iraqî û etnîkî di mîrasa mirovahiyê de û ji nêrîna îslama demokratîk" semînerek da. Elî diyar kir ku pirrengî û piraliya iraqî û etnîkî di avakirina mîrasa mirovahî de û çawa îslama demokratîlê lê dinêre girîng e.

Elî anî ziman ku mîrasa çandî û hunerî vê pirengiyê nîşan dide û dîroka Rojhilata Navîn jî mînka zîndî a alîkarîdayîna pirrengiyê di avakirina civakên nûjen deye. Her wiha Îslam jî teqeziyê li ser nirxên pirrengiya mirovî dide.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Îslama Demokratîk Silêman Elî anî ziman ku Îslam girîngiya pirrengî û piraliya iraqî û etnîkê weke beşeke bingehîn ji xuliqandina xwedê ya mirov re destnîşan dike.

Dûre beşdaran axivî. Beşdaran got divê mirov rêzê ji hev du re bigire, hev qebûl bike, hev biborîne, têkiliyên xwe yên mirovahiyê li ser bingeha hezkirinê xurt bike.

Beşdaran got divê rola jinan were xurtkirin, bawerî  bi maf û wekheviya jinan bi mêran re di hemû waran de bê anîn. Divê ew fikra ku dibêje "cihê jinê di malê de ye" were redkirin, berovajî vê, divê rola jinan were îspatkirin, û mînaka herî berbiçav jî destkeftî û xebata bi rûmet a ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, ne.

(fr)

ANHA