Hemû çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Iraqê hatin rawestandin

Li gorî daxwaznameyeke ji bo Serokwezîrtiya Iraqê hatiye şandin, Meclîsa Asayîşa Welat a Iraqê biryar daye ku hemû çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Iraqê bên rawestandin.

Hemû çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Iraqê hatin rawestandin
2 gulan, 2025   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî belgeyek ku ajansa Rojnews bi dest xistiye, Meclîsa Asayîşa Welat a Iraqê di civîna xwe fermî ya (Nîsana 2025’an) biryar daye ku hemû çalakiyên partiyên muxalîf ên Rojhilatê Kurdistanê ku li Iraqê ne bên rawestandin.

Ronjnews`ê ragihand ku li ser belgeyê îmzeya Şêwirmendê Asayîşa Welat a Iraqê Qasim El Erecî heye û ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatiye şandin.

Di belgeyê de hatiye gotin ku di civîna Meclîsa Asayîşa Welat a 23’yê Nîsana 2025’an, biryar hatiye girtin ku hemû çalakiyên siyasî, aborî, civak, leşkerî yên partiyên muxalîf ên Îranî li ser xaka Iraqê bên rawestandin.

Her wiha daxwaz ji aliyên berpirs hatiye kirin ku biryarê bi cih bînin.

Berî niha di encama gelek civînên di navbera Iraq û Îranê de, ev partî hatin bêçekirin û li çend kampan hatin bicihkirin.