Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir

Şandeya KNK'ê ku ji hevseroka wê Zeyneb Murad pêk tê, serdana bajarê Kobanê kir û li wir bi malbatên şehîdan, kesayetên welatparêz û nûnerên Kongra Star re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
Şandeya KNK'ê serdana bajarê Kobanê kir
2 gulan, 2025   19:26
KOBANÊ

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad serdana bajarê Kobanê yê kantona Firatê kir.

Zeyneb Murad pêşî serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr kir û li wir ji aliyê endamên meclisê û rêvebera Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ayşe Efendî ve hate pêşwazîkirin.

Zeyneb Murad di hevdîtinê de li ser têkoşîna şehîdan û fedakariya wan a ji bo azadiya gelan axivî û berxwedana şêniyan û şervanan a li Kobanê silav kir.

Piştre, Zeyneb Murad bi şandeyeke ji Meclisa Malbatên Şehîdan re serdana pakrewangeha şehîd Dîcle kir û gul li ser gorên şehîdan danîn.

Piştre şandeyê berê xwe da navenda Kongra Star a bajarê Kobanê û li wir ji aliyê endamên Koordînasyona Kongra Star, endamên rêxistina SARA, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê Ferhan Hec Îsa û hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Enwer Muslim ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de rola jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û pêşengtiya wê ya di hemû qadan de hat nîqaşkirin.

Di dawiya hevdîtinê de Kongra Star xelateke ku tê de kultûra jinên Kobanê hatiye diyarkirin, pêşkêşî Zeyneb Murad kir.

Di dawiyê de Zeynet Murad serdana mala Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elbûrê yê rojavayê bajarê Kobanê kir.

(mh)