Gelê kantona Firatê 1’ê Gulanê pîroz kir

Xelkê kantona Firatê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulanê) şahiyek li Qada Şehîd Egîd li dar xist.

1 gulan, 2025   18:20
KOBANÊ

Xelkê kantona Firatê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê li navenda bajarê Kobanê, li Qada Şehîd Egîd, şahiyek girseyî organîze kir.Pîrzbahî bi dirûşma "Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1'ê Gulanê pîroz bikin" hat lidarxistin.

Destpêkê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê vê rojê û ji bo karkeran de hatin xwendin.

Dûra hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Hedlê Hesen axivî û diyar kir ku ew ê xeta xwe ya karkirinê bidomînin û got: "Em vê rojê, li tevahî karkerên ku bi şev û roj ji bo pêşxistina civaka xwe di tevgerê de ne, pîroz dikin."

Piştre hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê û Hîlala Zêrîn stran gotin û xelat li karkeran hatin belavkirin.

(sş/fr)

ANHA