NY'ê ji tundûtûjiya li gundewarê Şamê û Siwêdayê bi fikar e

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê NY’yê li Sûriyeyê fikarên xwe li hember tundûtûjia li Ceremana, Sehnaya û gundewarê Siwêdayê anîn ziman û got belavbûna tundûtûjiyê ber bi parêzgeha Siwêdayê ve gefan li ewlehî û aştiya sivîlan dixwe û rweşa mirovî xerabtir dike.

NY'ê ji tundûtûjiya li gundewarê Şamê û Siwêdayê bi fikar e
1 gulan, 2025   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê NY’yê li Sûriyeyê Adem Ebdulmewla got ew li hember tundûtûjiya li gundewarê Şamê bi fikar e û qetilkirina sivîlan şermezar kir.

Ebdulmewla got belavbûna tundûtûjiyê ber bi parêzgeha Siwêdayê ve gefan li ewlehî û aştiya sivîlan dixwe, rewşa mirovî xerabtir dike û destkeftiyên bi zehmetî hatine bidestxistin tûşî xeteriyê dike.

Ebdulmewla diyar kir ku di bin çi rewşê de dibe bila bibe, nabe karkerên di qada mirovî û tibî de dixebitin werin hedefgirtin, ku ev yek binpêkirina qanûna navneteweyî û mirovî ye.

Ebdulmewla bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin, tedbîrên parastina sivîl û karkerên di qada mirivî de dixebitin bigirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di kêmtirî 48 saetan de di pevçûnên li gundewarê Şamê de, 74 kes hatine kuştin.

(mh/fr)