Polîsên Tirk êrişî karkeran kir û zêdetirî 400 kes bin çav kirin

Polîsan di 1’ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê de bi tundî êrişî karker, xwendekar û rêxistinên demokratîk ên ku dixwestin bimeşin Qada Taksîmê kirin. Zêdetirî 400 kes hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk êrişî karkeran kir û zêdetirî 400 kes bin çav kirin
1 gulan, 2025   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Qada Taksîm a ku bûye sembola têkoşîna karkeran, îsal jî ji karkeran re hate qedexekirin. Polîsan bend danîn û bi tundî êrîşî komên ku ji Şîşliyê ber bi Taksîmê ve dimeşiyan kirin.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, hejmara kesên ku di êrîşa polîsan a ku tevahiya rojê dom kirin de hatine binçavkirin 400 kesan derbas kiriye.

Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de 9 parêzer hene. Hate hînbûn ku parêzerên hatine binçavkirin endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ne.