Gaziyên şer: Fermandar Nûreddîn Sofî sembola têkoşîna neteweyî ye

Gaziyên şer ên serdana konê sersaxiyê yê ji bo fermandar Nûreddîn Sofî kirine gotin fermandar Nûreddîn Sofî sembola têkoşîna neteweyî ye.

Gaziyên şer: Fermandar Nûreddîn Sofî sembola têkoşîna neteweyî ye
13 tebax, 2025   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hesekê gaziyên şer bi girseyî serdana konê sersaxiyê yê fermandar û pêşengê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî yê 6’ê Nîsana 2021’ê şehîd bûye, kirin.

Gaziyên şer ji aliyê nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şehîd Nûredddîn Sofî peyamek hat dayîn.

Di peyama ku ji aliyê gaziyê şer Siwar Hesekê ve hatiye xwendin de wiha hate gotin: “Em gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dilekî tijî êş ji gel û hêzên xwe yên leşkerî re sersaxiyê dixwazin. Hevalê me yê têkoşînê, rêveber û mamosteyê me hevalê Nureddîn Sofî bi têkoşîneke tijî ked û fedakarî, tevahî jiyana xwe di oxira doza gelê xwe û azadiyê de meşand. Heval Sofî yek ji sembola têkoşîna neteweyî û fermandarekî wêrek bû.  Şert û merc çiqasî zehmet bin jî  ti carî ji erkên xwe gav paşde neavêt. Çi ji aliyê leşkerî yan jî siyasî yan jî civakî, di avakirina saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwedî rolekî mezin bû. Destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine avakirin, her tim diparast û girêdayî nirxan bû. Em weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya dawiyê girêdayî şehîd Nûreddîn Sofî bin. Em ê şopdarê rêya ku ji me re nîşan daye bin.”