Bîlançoya komkujiya li Siwêdayê girantir bû: Hezar û 653 kes hatine kuştin

SOHR`ê ragihand ku hezar û 653 kes li Siwêdayê bi destê endamên wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine kuştin. Di nav de 429 kes di cih de hatine qetilkirin.

Bîlançoya komkujiya li Siwêdayê girantir bû: Hezar û 653 kes hatine kuştin
13 tebax, 2025   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoyeke din a komkujiya Siwêdayê aşkera kir ku 13`ê Tîrmehê dest pê kiribû û heta ragihandina agirbestê di 20`ê heman mehê de dewam kiribû. SOHR`ê da zanîn ku hezar û 653 kes hatine kuştin. Di nav wan de 429 bi destê endamên wezaretên hundirîn û parastinê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine qetilkirin. 

SOHR`ê aşkera kir ku ji wan kuştiyan 38 jin, 14 zarok û kesên temenmezin û 20 kadroya nexweşxaneya Watanî ya Siwêdayî heye. Hemû bi guleyan di cih de hatine kuştin. Her wiha 20 kadroyên tenduristiyê ya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêdayê, di êrişeke çekdarî de li ser nexweşxaneyê 16`ê Tîrmehê hatine qetilkirin. Bijîşk, endezyar, hemşîre, karkerên paqijiyê, teknîkê, ajokarên erebeyan û nobetdarên avahiyê di wê êrişê de hatin hedefgirtin.

Hemwextî wan komkujiyan, rewşa ewlehiyê li parêzgehê têk çûye, li gelek herêman êriş sivîlan û binesaziya parêzgehê tê kirin. Lewma êşên şêniyan girantir dibe.

(şx)