53 şervan tev li nava hêzên Komandosê bûn

Piştî bi dawîkirina dewreyeke perwerdeyê ya 4 mehan, 53 şervan tev li hêzên Komandos bûn.

53 şervan tev li nava hêzên Komandosê bûn
13 tebax, 2025   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Komandosê ya Şehîd Çayan dewreyeke perwerdeyê ya nû bi navê Şehîd Qûrşîn bi tevlibûna 53 şervanan bi dawî kir.

Dewre 4 mehan dewam kir, di nava wê de şervanan dersên siyasî, fikrî û leşkerî yên taybet wergirtin, bi armanca hazirbûna wan û bilindkirina asta wan ji bo parastina herêmê ji êrişên derve û hundirê.

Di merasîmên bidawîkirinê de gelek fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û malbatên şervanan amade bûn.

Her wiha Hêzên Komandos ve merasîmeke leşkerî li dar xist.

Fermandar Mehmûd Qermûx derçûna şervanan pîroz kir, fedakariya şehîdan bi bîr anî û ji wan xwest ku rêya têkoşînê bidomînin.

Merasîm bi sondxwarina leşkerî ya şervanan bi dawî bû.

(ac/şx)

ANHA