Fransayê daxwaznameya girtina Beşar Esed pêşkêş kir

Dozgeriya Neteweyî ya li dijî Terorê ya Fransayê ji bo girtina Beşar Esed daxwaza derxistina doznameyeke navneteweyî kir. 

Fransayê daxwaznameya girtina Beşar Esed pêşkêş kir
28 tîrmeh, 2025   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgeriya Neteweyî ya li dijî Terorê ya Fransayê daxwazeke nû ji bo girtina serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed pêşkêş kir. Daxwazname bi tawana pêkanîna êrişên kîmyewî yên li Sûriyeyê yên di sala 2013`an de hat pêşkêşkirin.

Di Mijdara sala 2023`yan de, 2 dadgerên lêkolînê yên pispor li Parîsê daxwaznameya girtinê ji bo Beşar Esed derxist, bi tawana kiryarên li dijî mirovahiyê û tawanên şer, bi taybet têkiliya wî ya bi êrişên kîmyewî yên di sala 2013`an de hatine kirin.

Ev êriş di 4 û 5`ê Tebaxê de li Adra û Dûmayê û di 21’ê Tebaxê de li Xûtaya Rojhilat pêk hatin. Li gorî raporên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, zêdetirî hezar û 400 kes bi gaza sarîn hatine kuştin.

(k)