Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir

Kongra Star li bajarê Çilaxa yê Kantona Cizîrê bi hevserokên komînan re civîneke berfireh li dar xist, mekanîzmayên birêxistinkirin û aktîvkirina rola jinan nîqaş kirin.

Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
Li Çilaxa Kongra Star rola jinan di komînan de nîqaş kir
28 tîrmeh, 2025   17:36
QAMIŞLO

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, bi beşdarbûna rêveberên sazî û meclisên sivîl, civînek berfireh a hevserokên komîn yê bajar û bajarok hate lidarxistin.

Civîna ku ji aliyê Kongra Star ve hatiye birêxisitinkirin, li hola nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêr hate lidarxistin.

Di civînê de mekanîzmayên birêxistinkirin û aktîvkirina rola jinan di nav komînan de, li gel pirsgirêkên herî berbiçav, her wiha pêşniyar û çareserî ji bo başkirina tevgera wan hatin nîqaşkirin.

Di civînê de rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişloyê Sozdar Qasim, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û cîhanê nirxand û girîngiya rola civakan di çareserkirina van pirsgirêkan de destnîşan kir.

Sozdar diyar kir ku komîn bingeha Projeya Neteweya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û tekezî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirin û ji nû ve birêxistinkirina komînan kir, di heman demê de misogerkirina rola jinan di rêveberiya komînan de kir.

Piştî nirxandinê, hevserokan û rêveberiyan destnîşan kirin ku komîn bi awayekê têrker ne çalak e, qada pêwîst ji jinan re nayê pêşkêşkirin. Li gorî wan ev her du pirsgirêk, li pêşiya pêşxistina pergala komînal, astengî ye. Di heman demê de gotin, ji endamên rêveber û hevserokan re civîn pir nayên lidarxistin û her wiha der barê kar û barên komînê, biryarên cidî nayên girtin.

Gelek pêşniyar hatin kirin, jê aktîfkirina komîteyên jinan ên komînan, xurtkirina jinan bi rêya plansaziyan û biryarên taybet.

Di dawiya civînê de, Koordînasyona Kongra Star hemû pêşniyar û astengiyên hatine bibîrxistin, nivîsandin da ku dûre di civînên bê de werin nîqaşkirin û li gorî wê, ji bo aktifkirina rola jinan di komînan de, mekanîzmeyeke giştî bê dawyîn.  

(ac/şx)

ANHA