Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê navendeke tenduristiyê ji bo dermankirine zarokên nexweş ên bi kêmxureka dijwar ketine, vekir.

Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
Navendeke tenduristiyê ji bo zarokên hate vekirin
28 tîrmeh, 2025   15:33
HESEKÊ

Navend di Nexweşxaneya Hesekê de bi merasîmekê hate vekirin. Nûnerên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Desteya Tenduristiyê û xebatkarên nexweşxaneyê beşdarî merasîmê bûn.

Di navendê de dê xizmetên tenduristiyê bi rêbazên pêşketî ji bo zarokên bi nexweşiya kêmxurekê (malnutrition) ketine bê pere werin pêşkêşkirin. Navend bi armanca kêmkirina metirsiya mirina zarokan û parastina wan hatiye vekirin.

Di navendê de cihê 15 zarokan tevî dayikên wan heye. Di heman demê de odeyên taybet ji bo nexweşiyên din hatine amadekirin.

Navend 24 saetan di bin çavdêriya bijîşkan de ye. Li kêleka wan 2 hemşîre, 2 hemşîreyên pisporên amadekirina şîr, şêwirmendên tenduristiyê yên zarokên berşîr agahiyên pêwîst ji dayikên nexweşan re parve dikin.

Di merasîma vekirinê de nûnerên Desteya Tenduristiyê de tekez kir ew ê xizmetên xwe yên tenduristiyê pêşkêşî şêniyên herêmê bikin. Di dawiyê de beşdarên merasîmê li nava beşê geriyan.

ANHA