Fermandarê hêza deryayî yê Hemasê li Xezayê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wê fermandarê hêza deryayî ya tevgera Hemasˊê li bakurê şerîda Xezayê kuştiye.

Fermandarê hêza deryayî yê Hemasê li Xezayê hat kuştin
6 tîrmeh, 2025   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro, ragihand ku wê fermandarê hêza deryayî ya tevgera Hemasˊê Remzî Remedan Elî Salih li bakurê şerîda Xezayê kuştiye. Artêşê aşkera kir ku ew yek di êrişa hefteya borî ya li dijî bajarê Xezayê de pêk hat.

Artêşê bi daxuyaniyekê got Salih wek çavkaniyê navendî yê pisporî û zanînî yê Hemasˊê bû û di hefteyên borî de palana êrişên çekdarî bi rêya deryayê li dijî hêzên artêşa Îsraîlê ya li Xezayê dikir. Artêşê anî ziman ku ew tevî çekdarên din di avahiyekê de hat hedefgirtin.

Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji wan çekdarên hatine kuştin, cîgirê fermandarê şaneya yekîneya guleyên hawinê ya Hemasê Hîşam Eymen Etiye Mensûr, endamê yekîneya hawinê Nesîm Mihemed Silêman Ebdû Sebhe jî hebûn.

(fr)